QAMIŞLO - Mamosteyê Fakulteya Tenduristiyê yê Zanîngeha Colombiayê ya Brîtanyayê Christopher What, da zanîn ku rewşa li Şehbayê wekî destpêka rewşa li Mûsil û Şengalê bû. What teqez kir ku hêzên rejîma Sûriyê destûr neda wan ku alîkariyê derbasî Şehbayê bikin.
Foruma Navneteweyî ya "Guhertina Demografî û Qirkirina Nijadî ya li Efrînê" ya ji aliyê Mavenda Lêkolîna Stratejik a Rojava ve hat organîze kirin û duh li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Kantûna Qamişlo pêk hat, berdewam dike. Mamosteyê Fakulteya Tenduristiyê yê Zanîngeha Colombiayê ya Brîtanyayê Christopher What, di forumê axivî û bal kişand ser rewşa li kampên Şehbayê hatin jiyîn.
Christopher What di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ez spasiya hemû kesan dikim ku ev forum bi rêxistin kirin. Em di demek herî hesas a herêm terê derbas dibin de ne. Êrîş û binpêkirin li vê herêmî pir çêdibin. Min di dema li Mûsil û Şengalê destpêka Sibat û Adara 2017`an de di navendeke tenduristiyê de kar dikir. Gelek binpêkirin çêbûn, rewşa li Şehbayê jî wekî rewşa Şengal û Mûsilê ye. Efrîn niha di karesteke mirovî re derbas dibe. Li gorî rapora Heyva Sor a Kurd 300 hezar koçberên Efrînê li Şehbayê hene. Em dixwest alîkariyê derbasî Şehbayê bikin, lê hêzên rejîma Sûriyê û Tirkiyeyê destûr neda me."
Christopher anî ziman ku kadroyên tenduristiyê li Şehbayê pir kêm in û dermanên pir kêm in. Mamosteyê Zanîngeha Colombiayê Christopher What diyar kir ku bi hatina demsala zivistanê re, dê rewş zêdetir xerab bibe, ji ber vê yekê jî divê hejmara kadroyan û navendên tenduristiyê werin zêdekirin û avakirin."