STENBOL – Danişîna doza Çapxaneya Gun a 12 jê girtî 21 xebatkar tên darizandin dest pê kir. Xwediyê Îmtiyazê yê Çapxaneyê Kasim Zengîn di danişînê de axivî û got: “Binçavkirin û girtina xebatkarên çapxaneyekê di dîrokê mînakek yekem e.”
Piştî ku Çapxaneya Gun dewrî Fona Sîgorta Tasarruf a Mevdûatê (TMSF) hat kirin Xwediyê Îmtiyazê yê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn jî di nav de 21 kes hatin binçavkirin û ji van 12 kes hatin girtin. Danişîna duyemîn a xebatkarên çapxaneyê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin. Xebatkarên çapxaneyê Kasim Zengîn, Cemal Tunç, Erdogan Zamur, Îhsan Sînmîş, Îrfan Karaca, Kazim Goçer, Mahmut Abay, Mehmet Emîn Sumelî, Musa Kaya, Mursel Demîr û Polat Arslan di danişînê de amade bûn.
Ugur Selman Kelekçîler ê girtî ji ber nexweşbû û li nexweşxaneya Bakirkoyê tedawî dibîne beşdarî danişînê nebû. Hin xebatkarên ne girtî tên darizandin jî beşdarî danişînê bûn. Parêzer û malbatên girtiyan dozê şopandin. Danişînê bi hişyariyên Serokê Dadgehê Kemal Selçûk Yalçin dest pê kir. Yalçin got “Beyanên we berê hene. Bêyî ku hûn dubare bikin tiştekî hûn bêjin hebe wan bibêjin.”
XWESTIN BÊN BERDAN
Piştî hişyariya serokê dadgehê xebatkarê çapxaneyê Erdogan Zamur axivî û got: “Hêj çima ez girtî me? Ez dixwazim vê bipirsim. Ez dixwazim demildest bêhiqûqî bi dawî bibe. Ez berdana xwe dixwazim.”
Xebtkarê çapxaneyê Musa Kaya jî got 9 meh e bêhiqûqî girtî ye û xwest bê berdan. Polat Arslan jî da zanîn ku ew tenê li wir dixebitî û di tiştekî de berpirsyariya wî tune ye.
'WEZARETA ÇANDÊ SERTÎFA DAYE ME’
Xwediyê Îmtiyazê yê Çapxaneyê Kasim Zengîn jî di parastina xwe de diyar kir ku wan her cûre weşan çap dikirin û got: “Li Daîreya Bacê qeyda me heye. Çapxane mukelefê sîgorta û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ye. Weşanên me derdixist her roj ji van saziyan re radigihand. Ew der kargehek bû. Wezareta Çandê sertîfaka daye me. Sertîfîka ji bo çapxaneyek gelek girîng e. Hemû berhemên me diweşandin bi bandrol bûn. Heta roja çapxane bê girtin jî tu hişyariyê ji bo me nekirin. Lê bi awayek bêhiqûq kargehê mor kirin û me girtin. Weşanên me çap dikir her roj radestî Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmecê û walîtiyê dikir. Berpirsyariya me ha herî mezin ev e. Me weşanê xwe gihand her saziya fermî. Naveroka weşanan me eleqdar nake. Me tu sûcek nekiriye. Binçavkirin û girtina hemû xebatkarên çapxaneyek di cîhanê de mînakek ewil e.”
SEROKÊ DADGEHÊ GIRTIYAN HIŞYAR KIR
Dema xebatkarê çapxaneyê Mahmut Abay daxwazên xwe rêz dikir, Serokê Dadgehê bênavber wî hişyar kir û nexwest parastin bê kirin.
Piştî van parastinan navber dan danişînê. Piştî navberê dê parêzer parastinê bikin.