ENQERE - HDP’ê têkildarî bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke ya berî 24 salan, daxuyanî da û got: “Bi êrîşên li ser çapemeniya azad ên berdewam dikin, dixwazin rastî di tariyê de bimîne. Lê çapemeniya azad tucarî bêdeng nebû û dê bêdeng nebe.”
Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Azad Bariş, têkildarî 24'emîn salvegera bombekirina buroyên Rojnameya Ozgur Ulke yên Enqerê û Stenbolê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya bi ser navê “Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe” hat weşandin de wiha hat gotin: “Kevneşopiya çapemeniya azad a ku ji bo ronîkirina rastiyan hatiye avakirin di 30 salan de gelek êrîş li wê hate kirin lê ew hê jî li ser rêya heqîqetê ye. Di 3’ê Kanûnê de rûpelekî reş li dîroka vî welatî hate zêdekirin. Piştî rojnameyên Halk Gerçegî, Yenî Halk Gerçegî, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Welat û Ozgur Gundemê di 28’ê Nîsana 1994’an de rojnameyeke nû dest bi weşanê kiribû.
Bi sansur, girtin û zextan li ser çapemeniya azad konsepta êrîşeke din hate destpêkirin. Avahiya teknîkê ya li Kadirgaya Stenbolê rojnameyê, ofîsa navendî ya li Cagaloglûyê û ofîsa navendî ya Enqereyê ya rojnameyê bi hev re hatin bomberdûmankirin. Di bomberdûmanê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz miribû û 23 xebatkarên çapemeniya azad jî birîndar bûbûn.
Piştî bombekirinê bi 15 rojan rojnameya Ozgur Ulke belgeyek nepen weşand a ku serokwezîra wê demê Tansû Çîller îmze kiribû. Di vê belgeyê de navê Ozgur Ulke hatibû dayîn û hatibû diyarkirin ku ev êrîş hatiye plankirin. Em kevneşopiya çapemeniya azad silav dikin a ku ji bo ronîkirina heqîqetê li ber xwe dide û em Ersîn Yildiz bi bîr tînin ê ku di bomberdûmanê de hatibû qetilkirin.”