MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, binçavkirina endam û rêveberên HDP'ê yên di çalakiyê grevê ya li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê de hatin binçavkirin şermezar kir û wiha got: "Pir aşkere û zelal e ku navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî û Birêz Ocalan e. "
Hevserokê Giştîyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, ku ji bo rêzeziyaretan duh hatibû Mêrsînê, têkildarî serdegirtina avahiya HDP'ê û binçavkirina çalakgeran daxuyanî da çapemeniyê. Temellî, li Otela Nobelê daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Kemal Pekoz û gelek endam û rêveber jî amade bûn. Temellî, bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên HDP'ê yên ketin greva birçîbûnê û hatin binçavkirin da. Temellî, destnîşan kir ku rê û navnîşana çareseriyê Îmralî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Divê tecrîd bi dawî bibe. 10 endam ûrêveberên partiya me yên mafê xwe yê herî demokratîk parastin hatin binçavkirin. Li Tirkiye pirgsirêka herî girîng pirsgirêka kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên din jî çareser nabin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, dê li Tirkiye pirsgirêkên din jî roj bi roj mezintir û girantir bibin. Ji ber vê yekê navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd pir zelal û aşkere ye. Îmralî û Birêz Ocalan e. Dewletê û îktîdara siyasî piştî 5'ê Nîsana 2015'an rê li pêş vê çareseriyê girtin û Birêz Ocalan tecrîd kirin. Heta ku tecrîd bidome, li Tirkiye aştî, demokrasî û gaven çareseriyê nayên avêtin. Ji ber vê yekê wekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) em dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin bi lez dawî li vê tecrîdê bê.
DAXWAZA GUVEN AŞTÎ YE
Temellî, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Çalakiya Guven di roja 26'an de berdewam dike. 26 roj demek pir dirêj e. 26 rojin em bang li hemû gelê Tirkiye û rêxistinên demokratîk ên li Tirkiye dikin ku ji bo vê mijarê hestiyar û hişyar tev bigerin. Em dibînin ku hêj gelek beşên Tirkiye li dijî van daxwazan bêdeng in. Leyla Guven ji bo xwe tiştekî naxwaze. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiye ketiye çalakyiê. Ji bo tecrida li Îmraliyê bi dawî bibe ketiye çalakiyê. Dixwaze aştî û demokrasî bê Tirkiye. Ji bo siyaseta Tirkiye jî ev çalakî pir girîng e. Em li vir carek din silav û hurmetê xwe ji birêz Leyla Guven re dişînin."
'DAWÎ LI VAN ZEXTAN BÎNIN'
Temellî, binçavkirina endam û rêveberên HDP'ê jî şermezar kir û wiha got: "Duh avahiya partiya me ya Mêrsînê dorpêç kirin. 10 hevalên me binçav kirin. Em dixwazin bi lez dawî li van zextan bînin. Divê îktîdar dest ji vê helwesta xwe berde. Lê dîsa em dibînin ku êrîşî HDP’ê dike û HDP’ê wekî dijmin dibîne. Divê em peyama Leyla Guven û banga wê parve bikin. Em dixwazin hemû hevalên me yên hatin binçavkirin bên berdan. Erka me hemûyan e em deng bidin dengê Leyla Guven. Daxuyaniyên ku HDP’ê wekî dijmin dibînin didin. Li Agiriyê HDP’ê dikin hedef. Li Agiriyê ji qeyûman de dibêjin destkeftî. Lê ew ne destkeftî ne. Ew qeyûm in. Em bang dikin û dixwazin ku bi lez îstîfa bike. Wezîrê Karên Hundir li şûna pirsgirêkan çareser bike bêtir giran dike.
BUTÇE NE JI ASTENGDARAN RE JI ŞER RE DIÇE
Jiyanek bêasteng di avakirina komarek demokratîk de derbas dibe. Li welatekî her ku faşîzm zêde dibe rêveberiya zexdar jî dikeve meriyete. Îro li Tirkiyeyê nêzî 10 milyon astengdar hene. Tu daxwaza van welatiyên me nayê bersivandin. Bi çareseriyên makyajî ser vê rastiyê digirin. Neçareserkirina pirsgirêka astengdaran ew e ku hemû butçeya welat ji şer û Qesrê re diçe. Bi wesîla roja astengdaran ez hemû welatiyên me astengdar silav dikim û pirsgirêka wan pirsgirêka me ye jî.
‘EM Ê LI HER DEVERÊ NAMZET BIDIN NÎŞANDAN’
Temellî pirsên rojnamegeran jî bersivand. Temellî têkildarî hilbijartina herêmî û nîqaşên îtîfaqan wiha wiha got: “Raporên me yên fîzîbîlîte hatin amadekirin. Komîsyonên me hatin avakirin. Em ê li hemû Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê. Em ê namzetên hevpar bidin nîşandan. Em ê li her deverê namzet bidin nîşandan. Hêviya me ew e ku hilbijartinek adilane û demokratîk pêk were.”
‘HDP PARTIYA JINAN E’
Temellî bersiv da pirsa namzetiya partiya wan a ji bo Mêrsînê û got: “Di vê mijarê de leza me nîne. Ji bo namzetek hevpar hewldanên me didomin. Ne qilqalî û ne jî leza me heye.” Temellî da zanîn ku HDP partiyek jinan e û ew temsîliyeta wekhev pêk tînin û xwest hemû jin cihê xwe di nava refên HDP’ê de bigirin.