NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a Iraqê (UNAMI) di meha Mijdarê de, li Iraqê di bûyerên pevçûnan de 41 sivîl hatin kuştin û 73 kes ji birîndar bûn.
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Iraqê (UNAMI) rapora bîlançoya meha Mijdarê ya kesên di bûyerên şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar bûyîn eşkere kir. Li gorî rapora NY'ê , di meha Mijdara de li Iraqê 41 sivîl ji ber şer û teqînan jiyana xwe ji dest dan û 73 kes jî birîndar bûn. Di raporê de hat diyar kirin ku li gorî 6 mehên borî ev bîlançoya herî kême û di vê mehê de herî kêm xwîn rija ye.