Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin

img

ENQERE – Berdevkê HDP'ê  Saruhan Oluc, têkildarî xebatên hilbijartina 31'ê Adarê axivî û diyar kir ku ew dê 95 şaredariyên ku qeyûm  tayîn kirine ji di navde 105 şaredariyên xwe dîsa bistînin û li gel vê yekê dê 30 şaredariyên nû li ser şaredariyên xwe zêde bikin. Oluc, da zanîn ku dê namzetên xwe ji aliye nûnerên gel û rêxistinên demokratîk ve hilbijêrin.  Oluc, bal kişand ser diyarkirina namzetan û wiha got: "Her bajar dê namzetê xwe diyar bike. Rêxistinên me yên bajaran dê bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bikin." 

Berdevkê HDP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Saruhan Oluc, der barê îtîfaqa AKP-MHP'ê û xebatên xwe yên têkildarî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an a Rêveberiyên Herêmî de ji Ajansa Mezopotamya re axivî. 
 
Oluc, anî ziman ku du hedefên HDP'ê yên rêveberiyên herêmî hene û wiha got: "Armanca me ya yekem em hemû şaredariyên xwe yên ku qeyûm tayin kirine dîsa paşve bistînin. 95 şaredarî qeyûm hatiye tayînkirin. Em dê 105 şaredariyên xwe dîsa qezenç bikin. Li gel vê yekê em dê 30 şaredariyên nû li ser şaredariyên xwe yên heyî zêde bikin. Armanca duyemîn jî em qadê li îtîfaqa AKP û MHP'ê teng bikin. Rojavayê Tirkiye jî jî bo HDP'ê gelek girîng e. 
Ji ber ku rêjeya dengê HDP'ê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Bûrsa, Antalya, Kocaelî, Manîsa, Aydin, Mêrsîn, Edene, Hatay û Konya, zêde ye. Ji ber vê yekê divê em vê rêya dengê xwe rast û baş binirxînin û encamê ji van bajaran bistînin. Em dê li van bajaran koalîsyona AKP-MHP'ê lawaz bikin. Bi taybetî encamên li Stenbol, Edene, Mêrsînê dê encamê biguherîne. " 
 
Oluc, da zanîn ku ji bo wan encama Hilbijartina 24'ê Heziranê girîng e û gelek dane dixe destê wan. Oluc, bilêv kir ku rêjeya encama hilbijartina 24'ê Hezîranê ji rêjeya encama hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2014'an ku 102 şaredarî qezenç kir zêdetir bû û wiha got: "Ji bo em li bajarên Rojavayê Tirkiye hêza îtîfaqa AKP û MHP'ê lawaz bikin  yekîtîya hêzên demokrasiyê girîng e. Ji bo vê yekê di qada herêmî de hewldana yekîtiya hêzên demokratîk didome. Di 16'ê Nîsanê Referandumê de hêza demokrasiyê encama xwe nîşan da. Ev dê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de encamek baştir bistîne. Me niha pêşxebatên xwe kirine. Me analîza hilbijartinên berê û encamên berê kiriye. Me encamên sindoqan berfirehî nirxandin. Me nerînê gel, hêzên rêveberiyên herêmî, saziyên demokratîk stendin. Me li zêdeyî 500 navçeyên xwe ev xebat meşand. Me bi sedan rêxistinên sivîl ên civakî, komeleyên herêmî, rêxistinên girseyî û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Me xebatên berê û siberojê nirxandin û niqaş kirin. Me rapor nirxandin. Me di van raporan de hem di meseleya politikayan û hem jî di diyarkirina namzetan de daneyên girîng derxistin."
 
Oluc, bal kişand ser diyarkirina namzetan jî û wiha got: "Serlêdana bernamzetan dê heta 5'ê Kanûnê bidome. Dibe ku çend rojan dem dirêj be. Di vê mehê de namzet dê diyar bibin. Piştî me namzet diyar kirin em dê dest bi xebatên kampanyayê bikin. Dê namzet dest bi vegotina xebat û projeyên xwe bikin. Nemzet dê li gel gelê herêmê bi hevre xebatan bimeşînin. Rêxistinên demokratîk jî dê tev li xebatan bibin. Melîsên gel û meclîsên şaredariyan dê bi hevre xebatan bimeşînin. Di hilbijartina Meclîsê de serlêdan li navenda HDP'ê didan. Lê di rêveberiyên herêmî de serlêdana bernamzetan li bajaran tê kirin. Êdî dê rêxistinên me yên bajar namzetên xwe diyar bikin. Navend dê biryara namzetên bajaran nede. Dê bi hilbijartinê namzet bê diyar kirin. Dê gel tev li van hilbijartinan bibe. Yên xebatê dimeşînin, nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk û nûnerên taxan, berpirsiyarên sindoq û muşahîd dê bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bikin. Hemû pêkhateyên me yên navçe û bajaran tê tev li pêvajoya hilbijartinê bibin. Rêxistinên demokratîk û sivîl, rêxistinên sivîl ên girseyî û gel dê bi hevre namzetên xwe diyar bikin. 
 
Dê li hin bajaran bi rêxistinên din re îtîfaq bên avakirin. Mînak dê li Stenbolê namzetên îtîfaq bên diyarkirin. Li cihê ku dengê me kemî ji sedî 50 em dê îtîfaqan ava bikin. Lîsteyên me dê bi rêbaza fermuarê pêk bê. Hevserokatî û yek jin yek mêr dê bibin namzetên Hevşaredarî û endamên meclîsên şaredariyê.  Ne tenê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de, piştî hilbijartina rêveberiyen herêmî jî îtîfaqa herêmî girîng e. Ji hêzên demokrasiyê bigêjin armanca xwe divê têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin Divê li qadên herêmî bêtir xwe bi rêxistin bikin. Em dixwazin hemû hêzên herêmî yên jin, ciwan, ked û rêxistinên din ên demokratîk hêza xwe bikin yek. Hewldanên me ji bo yekîtiya hêzên demokratîk e. Em wekî HDP di vê mijarê de bi biryar in. Hilbijartina 24'ê Hezîranê nîşan da ku ger ku hevkariyek baş û bi rêxistin ên hêzên demokratîk bê avakirin dê karibe hêza iktîdara AKP-MHP'ê tengav bike. Dê encam bistîne. Ji  ber vê yekê em tenê bi çavê hilbijartinê li 31'ê Adarê nanerin. Em weki pêşeroja Tirkiye jî li vê hilbijartinê dinerin. An dê polîtikayên koalîsyona AKP-MHP'ê ku şerxwaz, nijadperest, kevneperest û dijnînê kurd bi ser bikev, an jî dê hêzên demokratîk bibin yek û ji vê rêveçûnê re bêjin bes e." 
 
DAXWAZA GUVEN RAKIRINA TECRÎDÊ YE 
 
Oluc, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 26 rojin di grevê de ye û wiha gt: "Leyla Guven  vîna gelê Colemêrgê ye. Girtina wê li dijî hiqûqê ye. Hewldanên me yên hiqûqî didomin. Armanca çalakiya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven bê guman ne ji bo şexsê wê ye. Armanca wê bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan e. Dixwaze vê tecrîda li dijî mirovahiyê ye bi dawî bibe.  Em hemû piştgiriyê didin Birêz Guven û dê piştgiriya me bidome. Em dixwazin demek berî demekê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe û Leyla Guven jî dawî li çalakiya xwe bîne. Ji bo vê yekê tekoşîna me dê bidome. 
 
Selman Guzelyuz

Sernavên din

04/12/2018
09:18 Esnafên Ceylan Karavîlê hindik mane dikanên xwe bigirin
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’