AMED – Şêniyên Amedê namzetiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê AKP’yî nirxandin û ev pêşniyarî ji bo wî kirin: “AKP û qeyûm bila xwe naxapînin. Ew jî dizanin dê neyên bijartin.”
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî 96 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin. Yek ji van şaredariyan jî Şaredariya Bajare Mezin a Amedê ye. Wezareta Karê Hundir di 1’ê Mijdara 2016’an de qeyûm Cumalî Atîlla yê ku qeymeqamê navçeya Etîmesguta Enqereyê bû tayînî Şaredariya Amedê kir.
Piştî tayînkirina qeyûm Atîla polîtîkaya xizmeta şaredariyê hat guhertin. Qeyûm serî li rêbazên sosret da û hemû kreşên perwerdedehiya kurdî didan, saziyên jinan girt û navên park û kolanan guhert, tabelayên kurdî daxistin û peykeran xera kirin.
5 hezar karkerên şaredariyê ji kar hatin derxistin û kesên nêzî AKP’ê girtin kar. Qeyûm Atîlla yê ji du salan zêdetir e li ser qoltixê serokşaredariyê rûniştiye, ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan ve wek namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat nîşandan.
Der barê namzetiya Atîlla yê qeyûm de em daketin kolanan û me ji şêniyên Amedê pirsî. Bersivên welatiyan ên ku dan mîkrofona me wiha ne:
‘ÇIMA EM XIZMETÊ NABÎNIN’
Seyfettîn Toprak: Li hemû panoyên bajor reklama xizmeta xwe dike. Kîjan xizmet çima em nabînin. Bi çêkirina kolan û parka xizmet nabe xizmet. Xebata dikin jî projeyên rêveberiya berê ne. Bila kesî nexapînin. Amedî her tiştî dibînin û dizanin.
Hasan Erkiran: Dibe ku qeyûm ji cihê xwe razî be, lê em jê ne razî ne. Şaredarên me bi darê zorê xistin hepsê û di şûna da wan rûniştin.
‘ÇERXA BERTÎLÊ SERÊ XWE HILDAYE Û DIÇE’
Alî Mamuk: Bi sedan karkeran ji kar derxistin. Pişt re jî şaredariyên xistin bin deyn. Viya her kes dizane û pê diaxive. Çerxa bertîlê serê berdaye û diçe. Li ser vê yekê jî radibin dengan ji me dixwazin. Weleh ev şerm e.
Mehmet Şîmşek: Hevşaredarên vî bajarî hene. Ji bo çi kesek din tînin wir û rûdinînin. Ev yek bi darê zorê nabe.
Emîn Okçu: Dema cihê wê tê dibêjin ‘em bi hilbijartinê hatin, hurmetê nîşanî vîna gel bidin.’ Çima qey ên me ne vîna gel in? Piştî ku em hemû întîxar bikin ancak wê demê qeyûm bi ser bikeve. Nexwe wek din tu rêyek dê qeyûm qezenc bike nîne. Heta ji wan tê bila bêjin ‘em ê bi ser bikevin.’ Roja hilbijartinê em hemû bi hev re encamê bibînin.
Hasan Kinar: Bila hurmetê nîşanî encama hilbijartinê bidin û divê mudaxeleyî vîna gel nekin. Em li vî bajarî dijîn û em dizanin kî vîna me ye.
‘ÎŞÊ QEYÛM ZOR E’
Murat Ekîncî: Îşê qeyûm zor e. Çima wê mirov deng bidin wî. Yanî wê bêje ‘min rê çêkir deng bidin min.’ Qey hevşaredarên me xizmetê nedikirin. Kesek ne vîna me ye em dengê xwe nadinê.
‘EW HER DERÊ BIKIN ZÊR JÎ DENGÊ ME JI WAN RE NAÇIN’
Resul Kiliç: Ew erd û asîman bike zêr û zîv jî em dengê xwe nadin wî. Li vî welatî her tişt ji bo kurdan dibe ceza. Dema ji me bipirsin em dizanin dê dengê me ji kî re biçe.
Aydin Dagdelen: Li mala me 9 deng hene. Em ê dîsa dengên xwe bidin vîna xwe. Diçin ku bila biçin lê dengê me ji wan re naçin.
‘EM DENGÊ XWE NADIN WÎ’
Cemal Bayram: Mafê wan e bibin namzet. Ancak lê em dengê xwe nadin wan.
Ahmet Yatik: Qey tiştek pir baş kiriye jî radibe dibe namzet. Heke di şûna wî de bûma ez ê nebûma namzet. Bila xwe nexapînin ew ê bi ser nekeve. Ew jî dizane ku dê bi ser nekeve.
‘NE HILBIJARTINEK JI RÊZÊ YE’
Halîl Guneş: Ez pir aşkere û zelal dibêjim. Ew dîsa qeyûman jî tayîn bikin em ê dengê xwe bidin namzetên xwe. Çimkî ew me temsîl dikin.
Mehdî Temel: Ji vê saetê şûn ve dê nebe hilbijartinek şaredariyê ya ji rêzê. Ez ji xwe bepirsyar im. Van însanan ji peywîran wan girtin û şandin hepsê. Berpirsiyara ez ê pêk bînim ev e.
MA / Lezgîn Akdenîz - Aydin Atay