WAN – Şêniyên gundên navçeya Elbaka Wanê diyar kirin ku ew sûdê ji sînorê li ber xwe nabînin û gotin: “Beriya 10-15 salan ji ber bazirganiya sînor rewşa me baş bû. Piştî deriyên sînor hatin girtin, koçberiyê dest pê kir.”
30 gundên girêdayî navçeya Elbaka Wanê li ser sînorê Îranê ne. Ev gund hemû girêdayî Deriyê Sînor ê Xanesorê ne. Bi salan e ev deriyê sînor ê bazirganî li serê dihat kirin girtî ye. Ji ber astengkirina deriyê sînor şêniyên herêmê demên dijwar dijîn. Ev gund hemû li miqabilî bajarê Salmasê ya Îranê ne. Şêniyên herêm diyar kirin ku ji ber ev 10-15 sal in deriyê sînor hatiye girtin nikarin bazirganiyê bikin û ji ber vê sedemê ciwanên gundan neçarin berê xwe bidin bajarê mîna Stenbolê û bixebitin. Şêniyên gundan xwestin deriyê sînor vebibe.
DERIYÊ XANESORÊ 15 SAL E GIRTÎ YE
Yek ji van gundan jî Taxik e. Ji şêniyên gund Mesût Ozdemîr got: “Berê deriyê sînor ê Xanesorê hebû. Xizmên me yên li aliyê Rohilat dikaribûn bihatina. Benzîn û mazotê dianîn. Me bi vê sotemeniyê debara xwe dikir.”
‘CIWANAN NEÇARIN BIÇIN METROPOLAN’
Ozdemîr da zanîn ku deriyê sînor ev 10-15 sal in girtî ye û wiha got: “Dema bazirganiya derî xelas bû, ciwanên gundan neçar man berê xwe bidin metropolan û di karên erzan de bixebitin. Ciwanên me ji van deran koç dikin û diçin li metropolan bixebitin. Daxwaza me ew e ku dîsa deriyê sînor vebibe. Heke derî bê vekirin dê ciwanên me neçin metropolan û debara xwe bikin.”
HEMAN REWŞ LI SALMASÊ JÎ HEYE
Ozdemîr anî ziman ku xizmên wan ên li Salmasê jî ji ber derî girtiye nikarin bazirganiyê bikin û ji ber vê yekê neçar dimînin berê xwe didin bajarên mîna Tebrîzê yê Îranê û xizmên wan jî mîna wan demên dijwar dijîn.
‘EM WEK MASÎYÊ LI BEJIYÊ NE’
Mutallîp Akkaya jî yê ji heman gundî destnîşan kir ku dema deriyê sînor vekiribû her kes debara xwe pê dikir û got: “Piştî girtina deriyê sînor koçberiyê jî dest pê kir. Însanên li gund jî dimînin sewalkariyê dikin û debara xwe pê dikin. Piştî derî hat girtin em bûn mîna masiyê li bejiyê bijî. Reşwa me ya aborî têk çû. Xizmên me li aliyê din hene em nikarin wan jî bibînin. Bila demildest deriyê sînor vekin.”
‘BAZIRGANIYA SÎNOR XELAS BÛ’
Mehmet Salîk Akkaya yê 80 salî jî diyar kir ku berê her malekê 500 bîdon mazotê dianîn û wiha got: “Derî girtin. Bazirganiya sînor qet nîne. Hemû ciwanên me diçin Stenbolan. Heke li Wan û Colemêrgê jî fabrîka û derfetên kar hebûna dê ciwan neçûna metropolan û li vir bixebitiyan. Ji ber kar nîne neçarin diçin wan deveran. Heke derî vevikin dê dîsa rewşa me baş bibe.”
ÇAVÊ XWE LI BAZIRGANIYA MIROVAN DIGIRIN
Hat zanîn ku destûrê nadin tu kesî qaçaxiya sînor bike. Herî dawî di 2008’an de 5 welatiyên ji gund ji ber bazirganiyê dikirin ji aliyê eskerên Îran û Tirkiyeyê ve hatin birîndarkirin. Li van gundan qet destûrê nadin bazirganiyê. Lê hat zanîn ku esker dengê xwe ji bazirganiya mirovan re nakin.
MA / Mujdat Can