AMED – Êdî bikarhênerên sepana platforma WhatsAppê dikarin bi kurdî bikar bînin. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsAppê wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî daxînin û bikar bînin.
Di warê teknolojiyê de pêşketinek din jî li kurdî zêde dibe. Sepana peyamşandinê û lêgerandinê ya xwedî taybetmendiyên xwe ya navbera platforman WhatsApp Messenger ya ji bo "Smartphone / Telefonên Jêhatî" êdî bi kurdî ye. Naveroka hemû beşên WhatsAppê bi kurdî hat amadekirin. Kesên ku dixwazin WhatsAppê bi kurdî bikar bînin dikarin peyda bikin û daxînin telefonên xwe.
Di cîhanê de yek ji sepana ku herî zêde peyam pê tên şandin WhatsApp ku bi kurdî hat amadekirin kêfa bikarhenerên kurd jî anî. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî Gernas Nenas ê ku di warê amûr û videoyên teknolojiyê li ser kurdî dixebite demek dirêj bû ji bo ku WahatsAppê wergerîne kurdî dixebitî û vê xebata xwe temam kir.
DI MEHEKÊ DE ÇÊKIR
Nenas bi qasî mehekê dema xwe da ser çêkirina WhatsAppa kurdî û bi sepana bernameya bi navê APK Edîtor a di telefonê de çêkir. Nenas behsa xebata xwe ya mohra serkeftina xwe lê xist kir.
'ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ TEKNOLOJIYÊ YE JÎ'
Nenas anî ziman ku zimanê kurdî tenê zimanê axaftinê ye di heman demê de zimanê nivîsandin û xwendinê ye û got: “Pir fikirîm li ser teknolojiyê. Çima em teknolojiyê bi zimanek din bikar tînin. Lewma min xwest êdî WahatsAppa kurdî jî hebe. Min çend caran bi WhatsAppê re têkilî danî lê bes bersiva erênî nedan. Xwe nêzî WhatsAppa kurdî nekirin. Min li ser sepanê APK Edîtor ewil ji bo xwe ceriband. Piştî min ceriband serkeftî bû û min dît ku tê wergerandin. Pişt re ez fikirîm ku çêbikim û vê sepana kurdî belav bikim.”
'BI VÊ XEBATÊ ŞA DIBIM'
Nenas diyar kir ku ji ber ferhengek peyvên teknolojiyê nîne di warê bicihkirina peyvan de hinek zehmetî kişandiye û wiha dewam kir: “Ji bilî zehmetiya peyvan, wekî din ev xebat xweş dimeşe. Xebata kurdî ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Pê şa dibim û nawestim. Dixwazim vê yekê jî bêjim dibe ku hin peyv ‘çêkirî' bin ji ber vê yekê jî lêborîna xwe ji bikarhêneran dixwazim. Ji bo alîkariya hemû heval û dostan jî spasdar im.”
'DIVÊ EM DAXÎNIN DA KU WHATSAPP BIBÎNE WA KURDÎ TÊ BIKARANÎN'
Nenas da zanîn ku ji destpêkê heta dawî her beşên wê bi kurdî ye û wiha got: “Heke bikarhener rabin têde bi Tirkî binivîsinin ne bi kurdî ye, lê heke bi kurdî binivîsinin her tiştê wê dibe kurdî. Hemû naveroka wê bi kurdî ye. Va me çêkir îcar dora bikarhenera ye. Ez daxwaz dikim ku têde bi tirkî nenivîsini. Em hêvî dikin ku dê hemû bikarhener ji heval û dostên xwe re parve bikin û wê WhatsApp jî bibîne ku va kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin. Belkî êdî ew jî bi awayek fermî bi zimanê kurdî WhatsAppê çêbikin ku em dikaribin daxînin.”
LI SER MALPERA TEKNİSTAN.COM'Ê TÊ DAXISTIN
Nenas destnîşan kir ku ew ê sepana WhatsAppa Kurdî li ser malpera http://teknistan.com/ dê belav bikin û got: “Em ê ji bo daxistina WhatsAppê hemû tiştî binivîsinin li ser malpera teknîstanê. Daxistina wê zor nîne. Tenê li şûna ku di Play Store de daxînin, dê li ser teknîstanê daxînin. Her tişt eynî ye. Ne hewceye pê li tiştekî teknîkî bikin. dadixînin û saz dikin.”
WHATSAPP NAHÊLE KU PLAY STORE WHATSAPPA KURDÎ BELAV BIKE
Nenas got ji ber ku WhatsAppa kurdî ji şirketa WhatsAppê re ne fermî ye qebûl nake ku Play Store sepanê bide belavkirin. Nenas da zanîn ku di sala 2016’an de jî serwîsa peyam şandinê y Telegram jî wergerandiye kurdî û sepana “lîstika peyva” ya bi kurdî çêkir û bernameya “lîstika milyoner” jî wergerandiye kurdî û li ser Play Store tê peydakirin. Nenas her dawî got WhatsAppa kurdî ku hatiye çêkirin tenê ji bo telefonên Androîd hatiye amadekirin.
MA / Bîlal Guldem