MÊRSÎN – Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê ya îro bi boneya piştevaniya çalakiya grevabirçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn de girt.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 25 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Bi boneya piştgiriya çalakiya Guven, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê îro li avahiya xwe ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.
Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt û li hundir lêgerîn pêk anî. Polîsan hemû çûnehata derdorê girt û xwest parêzerên biçin hundir asteng bike. Hat zanîn ku lêgerîna polîsan li hundir didome û çalakgerên greva birçîbûnê binçav kirine.
Li aliyê din hat zanîn ku polîs di saetên nîvro de li rêveberên HDP’ê geriyan e û wiha gotine: “Yek bi yek navê kesên ketine greva birçîbûnê bidin me. Nexwê em ê werin bi ser avahiyê ve bigirin û we binçav bikin.”
Parlamenterê HDP’ê ya Mêrsînê Ridvan Turan têkildarî serdegirtinê wiha got: “Niha polîs bi ser avahiya rêxistina me ya HDP’ê de girt. 9 hevalên me bi hêcetek bêbinî tên binçavkirin. Li avahiyê lêgerîn didome. Avahiyê dorpêç kirine.”
Parêzeran ragihand ku di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê birêvebirin 9 çalakgerên greva birçîbûnê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin binçavkirin.
Serdegirtina polîsan didome û lê heta niha tu kesî ji hundir dernexistine.