Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake

img
ÎZMÎR – Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de axivî û got: “Yên ku têgihiştinek dibêjin li Osloyê pêvajoyek nû dest pê kir, bila viya dizanibin heta ku mifteyek mezin li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştî û muzakereyê qet dest pê nake.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre li Salona Navenda Kongreya Tepekule ya Anadoluyê pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan beşdarî Kongreyê bû. 
 
Bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn û pankartên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin” hat daliqandin. 
 
Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê pêk hat. Hevserokên HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok û Çerkez Aydemîr axaftina vekirinê kirin. Parlamenterên HDP’ê Murat Çepnî û Serpîl Kemalbay jî axaftinên kurt kirin. 
 
Pişt re Hevserok Pervîn Buldan di kongreyê de axivî û wiha got:
 
“Ez hêvîdarim wê kongreya me bibe wesîla aştî û azadiyê. Di demek wiha de hatina we ya vir me serbilind û birûmet dike. 
 
EM Ê HIN BÊTIR PIRTIR BIBIN 
 
Beriya 3 rojan rêveberên me navendî û bajêr hatin girtin. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Divê hevalên me demildest bên berdan. Her ku hûn me bigirin em ê pirtir bibin. Ev çend sal e bi ser partiya me ve tên lê bi ser nakevin. Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe ya li dijî êrîşan bidin nîşandan. Wê vîna HDP’ê xwe li her deverê bide nîşandan. Em ê li her deverê bi ser bikevin û her deverê qezenc bikin. 
 
DIZANIN KU DÊ BI SER NEKEVIN 
 
Em li welatek bêedalet û bêhiqûq dijîn. Em bi ferasetek ku her kesî di dieciqînin re hevrû ne û têdikoşin. Yên vî welatî birêve dibin dixwazin her kesî bixin bin kontrola xwe. Ew jî dizanin dê di vê yekê de bi ser nekevin û ji ber vê yekê her kesî tune dihesibînin û polîtîkaya zextan li her deverê belav kirin e. 
 
ÎZMÎR BAJARÊ GELAN E 
 
Dîmenên vê salonê divê ji her kesî rebibin mînak. Ev bajarê gelan e. Her kes tevî hev dijî. Bajarek rengîn e. Çimkî em bi ferasetek ku reng û gelan ji hev cuda dike re têdikoşin. Ew ditirsin ku gelên Tirkiyeyê û gelê kurd werin cem hev. Ji jinan û ciwanan ditirsin. Ji ber vê yekê her roj zext, girtin û tundiya xwe zêdetir dikin û dixwazin me wisa bi teşe bikin, lê ev ne pêkan e. 
 
DÊ BI HDP’Ê AŞTÎ, AZADÎ Û DEMOKRASÎ WERE 
 
Wê demokrasî, azadî û aştî bi têkoşîna gelan û HDP’ê were vî welatî. Divê em rêya jiyanek bi hev re bibînin û rêbazê wê bixin meriyete. Em dikarin wisa li dijî vê pergalê bibin bersiv. 
 
DAXWAZA GUVEN DAXWAZA BI MILYONAN E
 
Çalakiya Leyla Guven îro di roja 25’emîn de ye. Em ji Îzmîrê silavên xwe ji Leyla Guven a dilovan re dişînin. Em carek din li vir dibêjin ku em xwedî li çalakiya Guven derdikevin. Ev çalakiya ji bo baştiya gelan e. Em çalakiya wê silav dikin. Guven ne ji bo xwe ji bo mîmarê aştî, demokrasî û azadiya gelan Birêz Ocalan ê tê tecrîdkirin di çalakiyê de ye. Ev daxwaz daxwaza bi milyonan e. 
 
HETA KU MIFTEYEK MEZIN LI SER DERIYÊ ÎMRALIYÊ BE PÊVAJOYA DEST PÊ NAKE 
 
Tecrîdkirina Ocalan îro di heman demê de li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê pêk tê. Aloziya li welêt bi tecrîdkirina birêz Ocalan dest pê kiriye. Me dît ku pêvajoya çareseriyê çiqas feydê da welat. Di wan sê salan de hêvî hebû û ji bo ewlehiya welat her kes kêfxweş bû. Di wê pêvajoyê de li tu deverê Tirkiyeyê mirovan jiyana xwe ji dest neda û dayikên me negiriyan. Yên ku wê pêvajoyê xelas kirin, dixwazin têgihiştinek din bixin serê mirovan. Yên ku têgihiştinek dibêjin li Osloyê pêvajoyek nû dest pê kir, bila viya dizanibin heta ku mifteyek mezin li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştî û muzakereyê qet dest pê nake. Heta ku bi sedan siyasetmedar dîlgirtî di girtîgehan de bin ne pêkan e pêvajoyek wiha dest pê bike. 
 
JI BO EM LI DIJÎ AKP'Ê TÊBIKOŞIN EM KETIN RÊ
 
Ne ji bo em bi AKP'ê re muzakere bikin, ji bo em li dijî wê têbikoşin em ketin rê. Heta em bi ser bikevin têkoşîna me dê bidome. Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Piştî tecrîdê welat ket nava pêvajoya şer. Tecrîd tu fêdeyê nade vî welatî. Em carek din hikûmet û dewletê dawetî berpirsiyariyê dikin. Divê çalakiya greva birçîbûnê ku di şexsê Leyla Guven de hatiye destpêkirin li ber çavan bê girtin. Divê bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan  bi dawî bibe. Divê bi lez pêvajoyek nû bê destpêkirin. 
 
HÛN DÊ SELAHATTîN DEMİRTAŞ SERBEST BERDIN!
 
Di serî de hikûmet û Serokomar nîşan dide ku biryara DMME'yê ku der barê Selahattin Demirtaş de daye nas nakin. Biryarên DMME'ê ne siyasî ne. Îro hemû hevrêyên me bi biryara siyasî hatine girtin. Nenaskirina hikûmetê û darazê ya biryara DMME'ê nîsan dide ku daraz li welatê me ne serbixwe ye. Ger ku îro daraz serbixwe bûya dê Selahattin Demirtaş nehata girtin û dê serbest bûya. Her kêliya ku Selahattin Demirtaş girtî ye, nîşana bêhiqûqiyê ye. Hûn dê Selahattin Demirtaş serbest berdin. Hûn mecbûrin biryara DMME'ê li ber çavan bigirin. Biryara DMME'ê ne biryara DMME'ê ye. Biryara DMME'ê daxwaza milyonan gelê Tirkiyeyê ye. 
 
DEMîRTAŞ BERIYA HILBIJARTINÊ DÎL DIGIRIN
 
Em dizanin ku dixwazin wext qezenç bikin. Beriya hilbijartinan naxwazin Demîrtaş berdin. Wisa difikirin ku hemû kesên di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqê dê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji bîr bikin. Lê mirov dê li ser sindoqê hesab bidin. Em dizanin ku îro girtina Selahattin Demirtaş hişmendiya AKP’ê ya li dijî aştî û çareseriyê nîşan dide. Niha li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Divê hemû hilbijêr li her derê Tirkiye vê hilbijartinê wekî firsendek dîrokî bigirin dest. Li namzetên Kurdistanê binerin. Qeyûm, walî û wezîr in. Namzetên tên nîşandan ne li gorî profîla gel e. Vîna gel li ber çavan nayê girtin. Em dê hemû qeyûman bişînin Enqere. Rêya şandina qeyûman jî yekîtî û xwedîderketina vîna xwe ye. Ne tenê li Kurdistanê li bajarên Tirkiye jî wekî ku quyûm tayîn kiribe.  Ji bo me Îzmir pir girîng e. Dema AKP’ê namzeta Îzmirê aşkere kir, ji bo Îzmirê  got "Ma kî keçika xweşik a taxê qebûl nake. Bi feraseta zayendperestî nêzîk bû. Hevalên me yên jin dê li ser sindoqê hesab bidin vê ferasetê. 
 
EM DÊ LI ÎZMÎRÊ NAMZETÊ HEVPAR DERXIN
 
Em li Îzmirê li rêbazê namzetê hevpar digerin. Em dixwazin ku hemû gelê Îzmirê temsîl bike. Ji ber ku li Îzmirê pir nasname, pir çandî û pir bawerî heye. Em ji rêgezên xwe yên demokratîk venagerin. Divê her kes namzet qebûl bike û bipejirîne. Em bibin yek em dê hişmendiya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin. "
 
Piştî axaftinan ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Îzmirê Kadîr Baydur û Besriye Tekgur hatin hilbijartin. 

Sernavên din

04/12/2018
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin