STENBOL – Bi ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke re 24 sal derbas bûn. Ji şahidên wê demê rojnameger Hayrettîn Çelîk bal kişand ser zextên çapemeniya azad ji wê rojê heta îro û got: “Wê demê rojname dihatin bombekirin, lê niha rojnamegeran diavêjin zîndanan. Tenê teşeyê êrîşan guheriye.”
Ji salên 1990’î heta îro tu saziyek çapemeniya azad û neferê wê ku para xwe ji zext û girtinan negirtibe tune ye. Wek salên 90’î îro jî zextên giran li ser saziyên çapemeniya azad û endamên wê didome. Rojnameya Ozgur Ulke di bi zextên giran de di 28’ê Nîsana 1994’an de dest bi weşana xwe kiribû. Rojnameya Ozgur Ulke piştî 239 rojî ango di 3’ê Kanûna 1994’an de ji aliyê dewleta kûr a wê demê ve hat bombekirin û xwestin wisa rojnameyê bigirin.
24 SAL E DOZA WÊ NAYÊ ZANÎN
Avahiya teknîkê ya li Kadirga Stenbolê, avahiya navendî ya buroya rojnameyê ya li Çagalogluya Stenbolê û buroya Enqereyê di heman şevê de hat bomebekirin. Di êrîşê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û bi dehan xebatkar birîndar bûn. Tu tiştek ji kiryaran nehat kirin. Xebatkarên birîndar ên rakirin nexweşxaneyan jî hatin binçavkirin. Lêpirsîna têkildarî êrîşê hat vekirin 24 sal e bi encam nebûye.
‘DÊ EV AGIR WE JÎ BIŞEWITÎNE’
Tevî hemû bobebkirinê serê sibê Rojnameya Ozgur Ulke gihîşt bayîyan û bi manşeta “Dê ev agir we jî bişewitîne!” derket û bersiv da kesên fermana bombekirinê dabûn.
ORHAN PAMUK, AHMET ALTAN, LALE MANSUR...
Piştî bombekirinê piştevaniyek mezin ji bo rojnameyê belav bû. Hin rewşenbîran ji bo li dijî êrîşê berteka xwe bînin ziman bi nivîsên xwe kuncik dan. Koma ji rewşenbîrên mîna Orhan Pamuk, Ahmet Altan, Latîfe Tekîn, Murathan Mungan û Lale Mansur pêk dihat derketin kolanê û hejmara manşeta “Ulkene Sahîp Çik (Xwedî li Welatê xwe derkeve)” belav kir.
PIŞTÎ 15 ROJAN BELGEYA FERMANÊ HAT WEŞANDIN
Beriya bombekirinê bi 3 rojan Desteya Ewlehiya Millî (MGK) civîna xwe li dar xistibû û pişt re ev bombekirin pêk hatibû. Di civîna MGK’ê de Ozgur Ulke bi şiklê “weşanên cudakar bila bên bêdengkirin” hedef hatibû nîşandan. Belgeya “Nepen” a ku Serokwezîra demê Tansu Çîler ku bi “lîsteyên mirinê” digeriya piştî 15 rojan hat weşandin. Di belgeyê de Çîler rasterast navê Ozgur Ulkeyê dide.
DIGOTIN ‘WAN XWE BOMBE KIRIYE’
Berdevkê Hikumetê yê wê demê Yildirim Aktuna têkildarî êrîşî daxuyanî dabû û gotibû: “Em difikirin ku wan xwe bi xwe bombe kiribe.”
JI 247 HEJMARAN 220 HEJMAR HATIN KOMKIRIN
Bi daxuyaniyên hatin dayîn bombekirin hat rewakirin û bi biryarek hat sitendin di 2’ê sibata 1995’an de rojname bi temamî aht girtin. Ji 247 hejmarên rojnameyê der barê 220 hejmaran de biryara komkirina rojnameyê hatibû dayîn.
35 ROJNAMEYÊN DIN JÎ DERKETIN
Piştî rojnameya Ozgur Ulke ji kevneşopiya çapemeniya azad 35 rojnameyên din dest bi weşanên xwe kirin. Hin rojname tenê rojek weşan kir, hin rojnameyan hefteyek weşan kir û hatin girtin. Herî dawî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya di 23’ê Tebaxa 2016’an de dest bi weşana xwe kir di 28’ê adara 2018’an de bi biryara Dadeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê hat girtin. Rojname dewrî TMSF’ê hat kirin, xebatkarên wê hatin binçavkirin û girtin.
‘HEMÛ PLANAN XERA KIR’
Xebatkarê wê demê yê Rojnameya Ozgur Ulke ku salên dirêj li Tirkiyeyê rojnamegeriyê kir Hayrettîn Çelîk ji ber cezayê hepsê lê hat birîn nerçar ma derkeve derveyî welat. Çelîk behsa êrîş ango bombekirina li dijî rojnameyê kir û wiha got: “Dixwestin bi bombekirinê pêşiya kevneşopiya çapemeniya azad bigirin. Halbukî piştî roja bombekirinê dîsa rojname weşana xwe kir. Bi sedan dilxwaz, nivîskar û rewşenbîr piştevaniya xwe aşkare kirin û li Beyogluya Stenbolê rojaneme belav kirin. Yanî rojnameya dixwestin bigirin dotira rojê dîsa weşana xwe kir. Rojnameyê got ‘Dê ev agir we jî bişewitîne’ û bi vê manşetê gihîşt xwîneran. Çimkî di heman rojê de rêveberiya rojnameyê civiya û dixwest bersiva herî baş bi derxistina rojnameyê bersiv bide û wisa jî bû. Bêguman derketina rojnameyê hemû planên wan serûbin kir.”
‘HEQÎQETÊ RADIGIHAND’
Çelîk rojnameya Ozgur Ulke wiha pênase kir: “Rojnameya Ozgur Ulke li Tirkiyeyê dengê rastî yê muxalîf û azadîxwazan bû. Li dijî hemû cûre zext û êrîşan li ber xwe dida. Li ser şopa bi dehan şehîdan li ser xeta heqîqetê weşana xwe dikir. Şopdara kevneşopiya çapemeniya azad bû. Desthilatdariya wê demê hemû sazî û dezgehên çapemeniyê kiribûn amûrên şer. Ya li dijî vê jî disekînî û heqîqetê radigihand Ozgur Ulke bû. Ji ber vê yekê bû ku Ozgur Ulke di hedefa wan de bû. Çimkî li dijî kurdan şerê topyekûn hebû û dixwestin kurdan xelas bikin. Bi vê re jî dixwestin deng û awazên kurdan ji holê rakin. Nedihiştin dengê bi milyonan welatiyên dihatin koçberkirin, bi hezaran dihatin qetilkirin û şewitandina bi hezaran gund bê bihîstin. Di demek wiha de rojname xwedî mîsyonek girîng bû. Rojnameyê jî van qewimandinan dixwest rojane ji raya giştî re ragihîne. Piştî kuştina nûçegihan û tehdîtkirinê nikarin rojnameyê bêdeng bikin, vê carê xwestin bi bombekirinê ji holê rakin.”
'TENÊ TEŞEYÊ ÊRÎŞAN GUHERIYE’
Çelîk anî ziman ku di 24 salan de xextên li dijî çapemeniyê yên li Tirkiyeyê tenê tiştek guherî ew jî teşeyê wê ye û got: “Feraseta wê demê rojname bombe kir û mirovan dikuşt bêguman nehatiye guhertin. Wek ku min got tenê teşeyê zextan hat guhertin. Feraseta wê demê bomebkirinê dikir niha jî bi aborî êrîşî ser çapemeniyê dike û wê demê rojnamegeran qetil dikirin niha jî diavêjin zîndanan. Her çiqas desthilatdariyê hemû medyayê hildabe bin kontrola xwe jî lê dîsa nikare kevneşopiya çapemeniya azad asteng bike.”
MA / Yasîn Kobulan