AMED - Walitiya Amedê li 37 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina kolanan îlan kir.
Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li 37 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê ji ber operasyonên eskerî qedexeya derektina derve û kolanan îlan kiriye. Walitiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku ji saet 06.00'ê îro û şûnde heta fermana duyemîn qedexeya derketina kolanan îlan kiriye.