AMED-Jinên Kurd bi şîara “Rêxistinbûyîna me azadiya me ye” li Amedê di konferansekê de hatin gelhev û soza mezinkirina çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê dayî destpêkirin dan. Jinan dîsan di konferansê de bal kişandin ku ewê tu carî azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), konferansa xwe ya bi şîara “Rêxistinbûyîna me azadiya me ye” duh li Amedê pêk anî. Ji çar aliyên Tirkiyeyê, 500 jinên birêxistin kirî beşdarî konferansê bûn. Konferans li rêxistina HDP’a Amedê pêk hat û polîsan avahî dorpêç kiribûn. Coşa jinan bi gerandina govendê mora xwe li konferasê xist. Dayîkên Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopî Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA’a Sêvê Demîr ên di dema qedexeyên derketina kolanan de li Sîlopî hatin kuştin, li ser piyan bi lêxistina çepikan hatin pêşwazî kirin. Emîna Er a ji Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bû, dema navê wê hat gotin rastî eleqeyek mezin a coşa jinan hat.
LEYLA GUVEN Û TECRÎT HAT NIRXANDIN
Yek ji mijarên serekê yên konferasê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî destpê kirin bû. Jinekê ku di konferansê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew xwedî daxwazên Guven derdikevin û weke serdemên bûrî dîsan dengên herî xurt ji girtîgan bilid dibin.
Jinên ku pêvajoya 3 salan ku bi şer û zextan derbas bûn nirxand û dan zanîn ku êrîşên herî mezin li ser jinan pêk hat. Di serî de Kongreya Jinên Azad (KJA), hemû navend, qad, komele, sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Ji ber ku jin birêxistinkirî û bi hêz bû, berî her kesê rastî êrîşan hatin û bi tayînkirina qeyûman pêkanîn û êrîşên li ser jinan bê navber berdewam kirin.
LIGEL HEMÛ TIŞTAN JÎ JIN DÎSAN LI KOLANAN BÛN
Di konferansê de hat gotin êrîşên pir dijwar li ser jinan pêk hatin, lê ligel vê yekê jî jinan di 25’ê Mijdarê de sekna xwe ya rêxistinkirî danîn holê. Mijar tundiya li ser jinan jî di konferansê de hat nîqaşkirin û di nîqaşan de ev tişt hatin gotin: “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û piştevaniya jinan pir girînge. Êrîşên tunehesibandina li ser jinan û tundiya li tevahiya cîhanê belav bûyî, bi guhertin û dîzaynkirina vê axêve girêdayî ye. Ji Şengalê heya Weqfa Ensarê, ji Pozanti heya Efrînê, ji Mahabatê heya Stenbolê û ji Sûrê heya Îzmîrê tundî li dijî jinan heye, lê di haman demê de têkoşîna jinan a li dijî vê yekê jî heye.
‘BI TECRÎDÊ AZADIYA JINAN SINORDAR DIKIN’
Jinan di nîqaşên kirin de bal kişandin ser çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîda li dijî Ocalan tenê li dijî partiyekê, şexsekê ye. Tecrîda ji sala 1999’an ve berdewam dike, her roja diçe kurtir dibe. Nêzîkatî û helwesta tecrîdê ya li dijî Ocalan, berfihtir dibe. Tecrîd di heman de li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, azadî û rêxistinbûyîna jinan û hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em azadiya Ocalan esas digirin û ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin. Dixwazin fikir û ramanên Ocalan ên paradîkmaya demokratîk, azadîxwaziya jinê û azadixwaziya ekolojiyê ji holê rabikin. Lê emê destûr nedin vê yekê.”
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE HESAP BIPIRSIN’
Mijarek din a jinan nîqaş kir, hilbijartina herêmî ya dê di 31’ê Adara 2019’an de bê lidarxistin bû. Jinan dan zanîn ku ewê di 31’ê Adarê de hesap ji qeyûmên desthilatdariyê bipirsin û got: “Emê tu carî dest ji pergal hevserokatiyê û hevşaredartiyê bernedin. Emê di hilbirtinan de vîna xwe danîn holê. Em jin tim hebûn û emê tim hebin. Dê kes nekare me tune bike. Emê tu carî dest ji rêxistinbûyîna xwe ya xweser bernedin. Emê pergala xwe ya hevserokatiyê biparêzin. Emê azadiya xwe û rêxistinbûyîna xwe tu caran nekin mijara bazarê. Çi dibe bila bibe emê azadiya xwe û rêxistinbûyîna xwe belav bikin.”
MA / Dîcle Muftuoglu