ENQERE - Parêzer Ayşegul Çagatay diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê piştî hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiriye wê dengê îşkenceyê bihîstiye û got: "Li cihekî parêzer lê bin ger ev tişt bên kirin, xwedê zane li cihên ku kamera û parêzer ne lê ne bê çi tê kirin."
Parêzer Ayşegul Çagatay, di 19'ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê bi muwekîlên xwe Orhan Namli, Denîz Bîter û Mehmet Ozdemîr re hevdîtin çêkir. Çagatay behsa pêkanînên li girtîgehê kir û diyar kir ku piştî wê hevdîtin bi muwekîlên xwe re çêkiriye dengê îşkenceyê bihîstiye û got: "Li cihekî parêzer lê bin ger ev tişt bên kirin, xwedê zane li cihên ku kamera û parêzer ne lê ne bê çi tê kirin."
MUAYENE BI KELEMÇE
Çagatay, diyar kir ku di dem sewqkirina ji bo nexweşxaneyê de wesayîtên rîngê yên wekî hucreyan li girtiyan tên ferzkirin û li nexweşxaneyan jî muayeneya bi awayekî kelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin. Çagatay bilêv kir ku ev derî mafên mirovan û Protokola Stenbolê ye. Her wiha Çagatay diyar kir ku hin weşanên qanûnî yên muwekîlên wan dixwazin bixwînin jî nadin wan.
ŞÛNA DERBKIRINÊ HEYE, LÊ RAPOR NAYÊ DAYÎN
Çagatay, anî ziman ku girtî ji 13 Mijdarê ve vê rewşê protesto dikin û her ku ji qawîşan derdikevin bi daxwaza "mafê tedawiyê û mafê weşanê" çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çagatay got: "Ewilî di 13'ê Mijdarê de girtî Nazim Şafak Korkmaz wexta ji noterê tê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Milê muwekîlê min bi paş ve hatine xwarkirin, poz û devên wî hatine girtin û wî bi vî awayî birine hucreyê. Hevalê wî Mûrat Yuksel bertek nîşanî vê yekê dike. Gardiyan vê carê dest û piyên Yuksel û Korkmaz ji paş ve kelemçe dikin û dibên odeya bi sînger û nêzî 3 saetan li wir tên sekinandin."
Her wiha di 13'ê Mijdarê de wexta Cankat Ozen û Mehmet Tûncay jî çalakiya rûniştinê li dar dixin gardiyan wan derb dikin û got: "Ji ber vê xwestine raporê bigirin. Lê di 15'ê Mijdar de wan dibin revîrê. Bijîşkê li revîrê tevî hatine derbkirin û şûna derban heye jî raporê nade wan û wan sewqî nexweşxaneyê dike. Wexta ji revîrê vedigerin jî muwekîlên min çalakiya rûniştinê li dar dixin û dîsa gardiyan êrîşî wan dikin."
Çagatay, diyar kir ku di 14'ê Mijdarê de muwekîlê wê Mehmet Ozdemîr jî tê derbkirin û ji ber vê derbkirinê tiliya lingê wî ya mezin werimiye û rewş bûye.
'MIN DENGÊ ÎŞKENCEYÊ BIHÎST'
Çagatay got: "Ji min re gotin ew ê piştî hevdîtinê li hemberî pêkanînên girtîgehê çalakiya rûniştinê bikin û doza mafên xwe bikin û wexta bên îşkencekirin ew ê dirûşmeyan berz bikin. Pêşî du muwekîlên min doza mafên xwe kirin. Piştî hevdîtina min û muwekîlê min ê din qediya, muwekîlê min dirûşme berz kir û got 'divê mafê tedawîkirinê neyê astengkirin, divê mafê me yên pirtûkan neyên astengkirin.' Paşê ev muwekîlê min bi dengekî bilind got 'Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe.' Li ser vê ji odeya hevdîtinê ya parêzer derketim û min xwest bi amîrê nobedar re hevdîtinê çêbikim. Min hevdîtin bi midûrê duyem ê girtîgehê re çêkir. Lê tiştek nehat kirin. Paşê min dengê muwekîlê xwe Mehmet Ozdemîr û Denîz Bîter bihîst ku dihatin îşkencekirin."
Çagatay got: "Li cihekî parêzer lê bin ger ev tişt bên kirin, xwedê zane li cihên ku kamera û parêzer ne lê ne bê çi tê kirin." Çagatay destnîşan kir ku divê herkes dengê xwe li dengê girtiyan zêde bike û dengê wan ragihîne."
MA / Berivan Altan