Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye

img

MÛGLA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Mûglayê de axivî û got: “Leyla Guven a 24 rojin li Girtîgeha Amedê di greva bîrçîbûnê deye, li dijî zilmê nûnera barxwedan û pêşanga gelên Kurd û Tirkiyeyê ye.” 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûgalayê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çanda Gazî Mûstafa Kemal pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Parlementera Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Parlementerê Şirnexê Hasan Ozguneş, Desteya Rêveber a Navenda HDP’ê û endamên Meclîsa Partiyê beşdarî kongreyê bûn. Pankartên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila biryara DMME bê bi cih anîn” bi salon kongreyê ve hatin kirin.  Hevserokên Bajêr Fatoş Ay û Yûsûf Uludag axaftina vekirinê ya kongreyê kirin û peyamên berdewamkirina têkoşînê dan.  
 
'DESTHILATDAR ÊDÎ JI PÎVAZA HIŞK JÎ DITIRSE’
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, dûre axivî û wiha got: “Berî her tiştî ez ji bo welatiyên Bodrumê yên ji ber lehiya rabû zirarek mezin dîtin dibêjim derbas bûyî be. Ez bang li hikûmetê dikim ku dimildest mexdûriyeta welatiyan darbas bike. Tirkiye dinava rêya demokrasî û faşîzmê de  ma ye. Li aliyekê daxwazên gelên bindest ên demokrasî, aştî, ked, azadî û wekheviyê heye û li aliyê din jî, tifaqa AKP û MHP’ê ya dixwaze faşîzmê li welat balev bike û li ser vê temenê xwe dirêj bike heye. Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 16 salan de, ev welat tim ber kaosê û zinaran ve bir. Ji ber krîzên aborî, civakî û demokrasiyê Tirkiye ketiye nava kaosek mezin. Ji bo ku vê krîzê veşêrin û pêşiya bertekên civakê bigirin, li her derî polîtîkayên zilmê, zextan û êrîşan bi rêve dibin. Ev desthilatdar ditirse ku civak xwe bi rêxistin bike. Ji ber ku ev desthilatdar naxwaze gelên Tirkiyeyê bên cem hev, gelên Tirkiyeyê xwe bi rêxistin bike polîtîkayên tirsandinê birêve dibe. Desthilatdar ji tirsa xwe vê yekê dike. Êdî wisan bûye ev desthilatdar ji pîvaza hişk jî ditirse.”
 
'GELÊN TIRKIYEYÊ DÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'
 
Buldan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî û wiha got: “Bila AKP’ê vê yekê baş zanibe tu caran Kurdan winda kiriye. Ligel hemû bêmafî, bêhiqûqî û bêedaletiyan jî, jiyana xwe tim berdewam kiriye. Îro bi sedan siyasetmedar, ronakbîr û zarok bi dayînên xwe re di girtîgehan dene. Hevalên me weke rehîneyan digirin. Îro heval me Leyla Guven ev 24 rojin li Girtîgeha Amedê bendena xwe ji greva bîrçîbûnê  re razandiye. Leyla Xalît çawan ku sembola berxwedana gelê Fîlîstînê ye, îro Leyle Guven jî li dijî zilmê nûnera barxwedan û pêşanga gelên Kurd û Tirkiyeyê ye. Guven ji bo tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bê rakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê hemû gelên Tirkiyeyê hatine tecrîd kirin. Li vî walatî pêvajoyeke aştî û muzzakereyê hat jiyîn. Lê desthilatariyê ev pêvajo bi dawî kir, tecrît girantir û şer da dest pê kirin. Lê ligel hemû polîtîkayan jî em baş dizanin ku gelên Tirkiyeyê dê tecrîdê bişkînin.”
 
'HÛN DEMÎRTAŞ BERDIN'
 
Buldan, behsa biryara DMME ya berdana Selahattîn Demîrtaş jî kir û wiha bilêv kir: “Biryara DMME ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş hiqûqiye. Girtina Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên siyasetmedar siyasiye. Em bi awayekê vekirî dibejin hûnê Selahattîn Demîrtaş berdin. Hûnê wî azad bikin. Hûn neçarin ku biryara DMME nas bikin. Ji ber ku we peymana wê îmzekiriye. Emê li dijî edaleta we, di qada navneteweyî de têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
'KA LI HEMBERÎ AMEDÊ SOYLU DERBIXIN'
 
Buldan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hilbijartina herêmî ji bo me girîng e. Ehbet rojekê dê derkevin pêşberî darazê û gel dê ji wan hesap bipirse. Ger ku cesareta we hebe, hûnê li hemberî gelê Amedê Suleyman Soylu derbixin pêş. Erê Tayîp Erdogan çima hûn ji bo Şaredariya Amedê nabin namzet? Ma hûn tenê Enqerê, Stenbol û Îzmîrê difikirin? Ev dê di 31’ê Adarê de hesap bidin. Em ê qeyûmên li şûna hevşaredarên me yên Amed, Colemêrg, Wan û Êlihê hatin tayîn kirin, yek bi yek bişînin Enqerê. Emê bi hevkariya hêza gelên Tirkiyeyê re, têkoşîna hevpar binivîsinin.”
 
Piştî axaftinan  rapora faaliyet û aboriyê hat xwendin. Dûre ji bo Hevserokên HDP’ê yên Mûglayê Belgîn Koç û Yilmaz Yuksel hatin hilbijartin û kongre bi coşek mezin bi dawî bû. 

Sernavên din

04/12/2018
09:17 'Hem derketina derve hem jî peydakirina zexîreyan qedexe ye!'
09:16 ‘Jimariya li ser piyan bermayiya 12'ê Îlonê ye'
09:16 Karkerên Grîpînê: Heta daxwazên me pêk neyên wê grev dewam bike
09:15 Bavê çar zarokên girtî: Ew li hundur, em jî li derve têdikoşin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2018'AN
08:59 Qedexeya li 37 gund û mezrayan hat rakirin
03/12/2018
16:51 Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin
16:51 Ji Leyla Guven name: Ez dilopek ji behrê me
16:21 Li Şirnexê operasyona ‘veşartî’
16:11 Ji doza Çapxaneya Gun 3 kes hatin berdan
16:11 Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Benazîr Coşkun li TEM'ê binçav kirin
15:54 Qedexe û operasyona eskerî ya li Licê û Hênê didome
15:35 Astengdar ji mafê xwe sûde wernagirin
15:23 KCD: Em hikûmetê şiyar dikin ku dawî li tecrîdê bîne
14:51 ‘Rejîma Sûriyê destûr neda ku em alîkariyê derbasî Şehbayê bikin’
14:41 Doza Çapxaneya Gunê dest pê kir: Di dîrokê de ev darizandin mînakek ewil e
14:33 HDP: Çapemeniya azad bêdeng nebû û dê bêdeng nebe
14:21 Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin
14:19 Salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê: Em bûn bi hezaran
13:30 Parlamenter Muazzez Orhan dest bi greva birçîbûnê kir
12:40 Di binçavan de jî çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin
12:23 Bîlgen: Çalakiya Guven qîrînek e bibîhizin
12:02 Daneyên fermî: Li Balafirgeha Stenbolê herî kêm 52 karker mirin
12:01 Berdevka YPJ’ê: Tirkiye hewl dide rewşek tevlihev ava bike
11:57 Temellî: Navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e
11:55 Girtiyên Giresûnê: Tecrîd ranebe, emê dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger bikin
11:40 Bernameya Şanoya Mencel a kanûnê diyar bû
11:06 Ji bo karkerên hatin binçavkirin 259 TL ceza pere birin
10:59 Hevserok jî di navde 10 parlamenterên HDP'ê li meclîsê dikevin grevê
10:45 NY: Di meha Mijdarê de li Iraqê 41 sivîl hatin kuştin
10:25 Oluc: Nûnerên gel û rêxistinên demokratîk dê namzetan diyar bikin
10:13 Duyemîn rûniştina Foruma Navnetweyî ya ji bo Efrînê dest pê kir
09:48 7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin
09:34 Li Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin
09:33 Pêşniyarên amediyan ji bo qeyûm Atîlla: Bila xwe nexapîne
09:32 ‘Modela hevserokatiyê li dijî pergala deshilatdar e’
09:03 Deriyê Sînor girtin xizaniyê dest pê kir
09:02 WhatsApp êdî bi kurdî ye!
09:02 Polîs niha jî malbatên hevalên wan tehdît dikin
09:00 ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2018'AN
02/12/2018
22:58 10 çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’yî hatin binçavkirin
21:16 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girt: Çalakgerên greva birçîbûnê binçav dike
19:59 Li Nîgdeyê aşît bi ser du çiyageran ve hat
19:45 Şêwekar Zehra Dogan wêneyê Sîsê Bîngol xêz kir
16:50 ‘Tundiya li dijî jinan dinava 16 salan de ji sedî hezar û 500 zêde bû’
16:48 Sabir: Pêkanînên li Efrînê jenosayd e
16:30 Buldan: Heta ku mifte li ser deriyê Îmraliyê hebe, pêvajoya aştiyê dest pê nake
16:16 Foruma Navneteweyî ya Guhertina Demografî û Paqijkirina Nijadî ya Efrînê hat lidarxistin
16:13 ‘Pirsgirêka Kurd bandora xwe li polîtikaya çandiniyê jî dike'
15:56 Hatîmogullari: Em ê jî li derve bibin dengê Guven
15:24 Ji bo çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirin
15:13 Bi hêceta ‘ewlehiyê’ dest datînin ser nameyên girtiyan
14:10 Temellî: Desthilatdarî bi tecrîdê êrîşî gelên Tirkiyeyê dike
11:14 Ji Ozgur Ulkeyê heta îro tenê teşeyê êrîşan guherî
10:49 Walîtiya Amedê li 37 gundan qedexeya derketina derve îlan kir
10:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn
09:57 Ayna: Mirovên astengdar zêdetir rastî cudahî îstîsmarê tên
09:39 ‘Hestiyariya civakî dê tecrîdê ji holê rake’
09:27 ‘Emê azadî û rêxistinbûyîna xwe nekin mijara bazarê’
09:19 Ji ber cilê li xwe kir bi 'endamtiya rêxistinê' hat tawanbarkirin
09:15 'Bi girtina buroyên Tevgera Azadî xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê'
09:13 Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket
09:09 Mizrakli: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna aştiyê ye
09:07 Parêzerê çû girtîgehê: Min dengê îşkenceyê bihîst
09:05 'Leyla Guven rêya çareserkirinê nîşan da'
09:01 Emrê wê li Qada Galatasarayê û rêyên girtîgehê derbas bû
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
01/12/2018
17:36 Ocalan: Em çalakiya Leyla Guven mezintir bikin
17:05 Buldan: Leyla Guven li dijî zaliman nûnera berxwedanê ye
16:51 Parêzer: Biryara Dadgehê ya Demîrtaş hamleya Erdogan bû
15:53 Rêyên qeyûman propagandeya wan dikirin dibin avê de man
15:37 Akbaba yê felçî yê 70 salî serbest berdin
15:14 ‘Dixwazin dosyeya Elçî bidin jibîr kirin, lê emê destûr nedin’
14:57 Dayikên Şemiyê ji bo Epozdemîr û Elçî edalet xwestin
14:22 Ji bo girtiyê nexweş Erhan Demîr azadî xwestin
14:20 Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine
13:54 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
13:25 Tevgera Azadî: Bi daxwaza Tirkiyê ofîsa me hate girtin
13:04 Konferansa jinan bi dirûşmeya 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
12:20 Turkdogan: Divê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa têkevin nava tevgerê
11:57 Siyasetmedarên Sûriyeyî: Qanûnek bingehîn a wekhev çareseriye
11:46 Tevgera Azadî li Kerkûkê konferans li dar xist
11:17 Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê: Daxwaza Guven daxwaza milyonan e
11:11 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne
10:23 Onur a CHP'î: Di hilbijartinê de hevkariya herêmî şert e
10:12 Medreseya Sor hildiweşe!
09:34 Şanoya ‘Tenê Ez’ hat pêşandan
09:21 Serokê DYA yê berê Bush mir
09:19 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tim têbikoşin
09:18 Îpekyuz: Em ê li gor daxwazên gel namzetên xwe diyar bikin
09:17 Ji sedî 75 astengdar e, lê 12.5 sal ceza lê birîn
09:17 Nûnerên partiyên siyasî: Divê daxwazên Leylayê pêk bên
09:16 Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan di 5'ê Kanûnê de dest pê dike
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin