STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 349'an a çalakiya “Rûniştina F" de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî Îbrahim Akbaba ku felç bûye û xwestin serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo balê bikişinin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nexweş serbest bên berdan çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 349’an de berdewam kirin. Komisyonê xwestin li Qada Galatasarayê daxuyiyê bidin. Lê piştî polîsan destûr nedan û rê li wan girtin, komîsyonê li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Di çalakiya li ber avahiya ÎHD'ê de pankarta Dermankirin maf e, nayê astengkirin" vekirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Endamên komîsyonê dirûşmeyên “Îbrahim Akbaba serbest berdin" û “Mirov bi mafê xwe mirov e" berz kirin.
Parlamenterên HDP'ê Meral Danış Beştaş û Zeynel Ozen ji tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Vê hefteyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettîn daxuyanî da û bal kişand ser girtiyê nexweş ê diyabet, dil û kataraktê Îbrahîm Akbaba yê 70 salî. Acettîn, anî ziman ku Akbaba ji 2015’an de girtî ye û ji ber felçê û temenê 70 salî nikare li girtîgehê bimîne. Acettin, destnîşan kir ku di demên dawî de benpêkirina mafan li girtîgehan zêde bûye û wiha got: Ji ber şertên giran, girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Mafê wan ê tenduristî û dermankirinê tên astengkirin. Bi taybetî girtiyên ku li dûrî malbatên xwe girtî ne bêtir bandorek neyînî li ser rewşa wan dike. Rêzikname û qanûnên li Girtîgehan bi taybetî li ser jiyana yek tîp hatine amadekirin û jiyana yek tîp li girtiyan ferz dikin. Girtî rastî lêgerîna tazî û jimara li ser piyan tên. Yên van pêkanînan qebûl nakin rastî cezayê yek hucreyê tên.
‘2 ROJAN BI RÎNGÊ RÊWÎTÎ KIR'
Acettîn, da zanîn ku Akbaba ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê kirin û wiha got: “Bavê 10 zarok û 22 neviyan e. Salek û 4 meh girtî ye. Piştî hat girtin şandin Girtigeha Mêrdînê. Akbaba, 9 meh şûnde sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kirin. Di 6'ê mijdara 2017’an de bi maşîneya rîngê şandin girtîgeha Edîrneyê. Di 8'ê Mijdara 2017'an de gihişt Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê. Rêwîtiya 2 rojan a rîngê lê kirin îşnece. Bi nexweşiya diyabet dil û kataraktê ye. Emeliyata dil a vekirî derbas kiriye. Ji ber vê yekê ev rêwîtiya 2 rojan a bi rîngê lê bûye wekî îşkenceyê. Dîsa di 2015'an de felç derbas kiriye. Dîsa ji ber nexweşiya şekir piyekî wî hatiye jêkirin û protez bikar tîne.
Ji bo sewqê 3 meh berê daxwazname ji ATK'ê re şandin, lê hêj nehatiye bersivandin.
'GOPALÊN WÎ JÎ JI DESTÊ WÎ GIRTINE'
Acettîn, da zanîn ku gopalên Akbaba jî ji destê wî girtine û wiha bi dawî kir: "Pêdiviya Akbaba ji refakatvan heye. Divê kesek li wî binere û xizmeta wî bike. Malbat dixwaze sewqî Girtîgeha Tîpa F a Amedê bikin. Lê ev daxwaza malbatê ya sewqê ji nehatiye bersivandin. Akbaba piştî krîz derbas kir heta niha li girtîgehê 25 kilo winda kiriye. Ji ber kîlo winda kiriye êdî piyê wî yê pirotez jêre nabe. Ji ber vê yekê divê serbest bê berdan."