ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, biryara 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku dijî biryara DMME'ê ya "Divê Selahattîn Demîrtaş serbest bê berdan" da rexne kir û wiha got: Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa têkeve nava liv û tevgerê."
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 20'ê Mijdarê de biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş serbest bê berdan. Li ser vê biryara DMME'ê parêzerên Demîrtaş serî li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dan. Lê piştî Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan got "Em biryarê nas nekin, Biryar me eleqeder nake" 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî li gorî fermana Erdogan tev geriya û li şûna ghu bide biryara DMME'ê, li gorî daxwaza Erdogan îtîraza parêzeran red kir. Têkildarî biryara Dadgeha Enqereyê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku dadgeh li dijî krîterên Dadgeha Ceza gavên nû davêje û wiha got: “Dema dadgehek lêkolîna girtiyan bike mijar diyar in. Yek jê delîl hatine komkirin ya na. Delîl hatine komkirin û di dosyaya dozê de ye. Parastin xelas bûye ya na ev nabe sedema delilan. Ger ku hemû delîl di dosyayê de amade bin, wê demê delîlên ku bê reşkirin tune ne."
‘HEKÎM DÊ BIREVIYANA LÊ DEMÎRTAŞ NE DIREVIYA'
Turkdogan, da zanîn ku di biryara dadgehê de tenê pêkanîna hukmê bi kontrola edlî tên nake û wiha axivî: “Dema Selahattin Demirtaş hat girtin Hevserokê Giştî yê Partiyek siyasî bû. Tu şika wî ya bireve tune bû. Dibû ku dadgerekî dadgehê bireve, lê şika ku Demirtaş bireve tune bû. Demîrtaş dê partiya xwe berde û biçe ku? Ka dadgeh serbixwe bûn. Dadgeh di biryara bi hincet de dibêje 'Parastin neqedandiye. Berê jî li gel bang li wî kirin nehat' Ev hincet li dijî qanûnan e. Çawa vê biryarê didin. Dema em temaşe dikin em dibînin ku DMME biryar dide û dixwaze Demîrtaş bên berdan. Li dijî biryara DMME'ê Erdogan dibêje 'Biryar me eleqeder nake'. Li pişt wê dadgeha Heremî biryara DMME'ê li ber çavan nagire. Ka we digot Dadgeh serbixwe û bê alî ne. Em hêvî dikin ku 19’emîn Dadgeha Ceza ya Enqere dê li ser îtîrazê vê biryarê xera bike. Biryara DMME her kesî eleqeder dike. Mecbûr in ku biryara DMME'ê pêk bînin. Kengî DMME daîreya mezin kom kir wê demê dê serlêdana temyîzê binirxînin. Welatek bi nenaskirina biryara DMME'ê zagonên li dijî hiqûqê dixe meriyetê."
'EWLEHIYA DARIZANDINÊ TUNE'
Turkdogan, destnişan kir ku li Tirkiye ewlehiya dadger û dozgeran tune û wiha bi dawî kir: “Dadgehê dikarîbû pir aşkere gotiba 'Ez di bin zextan de me. Ez naxwazim we berdim. Ji ber vê yekê ez xwe paşve dikişînim. Em nikarin li vê dosyayê binerin.' Mafê dadgehê heye ku xwe paşve bikişîne. Dikare vî mafê xwe biparêze. Em dadger û dozgeran rexne dikin, lê ewlehiya dadger û dozgeran tune ye. Ji ber ku dema dadger biryara DMME pêk bînin sibê ne diyar e ku ji karê xwe neyên avêtin. Piştî vê biryarê edî sekna dadgeran bûye mijara niqaşê û ewlehiya xwe winda kiriye. Di serdema Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) de jî ewlehiya dadgeran hebû. Lê niha ewlehiya dadgeran tune ye. Em dibêjin daraz di bin zextên îktîdara siyasî de ye.
‘XUYA YE LI BIRYARÊN DMME'Ê GUHDAR NAKIN'
Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa têkeve nava liv û tevgerê. Pir aşkere ye ku 19'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi vê biryara girtinê nişan daye ku dibê li biryara DMME guhdar nake. Bi vê biryarê nenaskirina DMME'ê bi awayekî fermî ilan kiriye."
MA / Berîvan Altan