ÊLIH - Parlementerê HDP'ê Nejdet Îpekyuz anî ziman ku pêşî armanca wan ew e, şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi dest bixin û ew ê namzetê xwe li gorî daxwazên gel diyar bikin.
Piştî serlêdanên ji bo namzetan dest pê kirin, HDP'ê jî li Êlih û gelek bajarên din dest bi xebatên ji bo hilbijartina herêmî kirin. Wê serlêdanên HDP'ê yên ji bo bernamzetiyê heta 5'ê Kanûnê dewam bikin. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Nejdet Îpekyuz xebatên partiya xwe yên ji bo hilbijartina herêmî nirxandin.
‘EM Ê HETA 31'Ê ADARÊ BIXEBITIN'
Îpekyuz, bi bîr xist HDP ji 20'ê Mijdarê ve li hemû bajar, navçe, tax û gundan dest bi xebatan kiriye û got: "Me li her derî dest bi xebatan kir. Ji bo ewlehiya hilbijartinê endamên meclîsa partiyê û parlementer jî di nav de me dest bi xebatên perwerdehiyê kirin. Wê xebatên me heta 31'ê Adarê dewam bikin."
'GELÊ ME PÊKANÎNÊN TÊN KIRIN QEBÛL NAKE'
Îpekyuz bal kişand ser xebatên hilbijartinê yên li Êlihê tên kirin û got, li Tirkiyeyê şaredariya herî zêde di bin deynan de maye Şaredariya Êlihê ye. Îpekyuz, anî ziman ku ev yek bi raporên Dîwana Muhasebatê (Sayiştay) jî hatiye tespîtkirin û got: "Her çend hin xebatên sûkî bên kirin jî lê li Êlihê betalî zêde ye, rêjeya bikaranîna tiryakê zêde ye. Êdî gel li benda xizmetê ye. Ne em ne jî gelê me pêkanînên tên kirin qebûl nake."
Her wiha Îpekyuz bal kişand ser diyarkirina namzetan jî û destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi dest bixin. Îpekyuz got: "Xwazî bila qeyûman tayîn bikirin an jî nekin, lê em li gor pîvanên hin kesan namzetên xwe diyar nakin. Em ê namzetên xwe li gor daxwazên gel diyar bikin. Her wiha em ê vê xebata xwe ya rewa nîşanî hemû cîhanê jî bidin."