ÎZMÎR – Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Îzmîrê xwest endamê MYK’a HDP’ê Mahfuz Guleryuz û endama PM’ê ya HDP’ê Gulay Gun Bîlîcî jî di nav de 4 kesên hatin girtin demildest bên berdan.
Li Îzmîrê di operasyona 25’ê mijdarê de pêk hat endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahfuz Guleryuz, endama Meclîsa Partiyê (PM) a HDP’ê Gulay Gun Bîlîcî jî di nav de 4 HDP’yî hatibûn binçavkirin û pişt re hatin girtin. Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Îzmîrê bi civînek çapameniyê li dijî girtinê derket. Civîn li avahiya HDP’a Îzmîrê hat lidarxistin, pêkhateyên HDK û rêveberên Partiya Emek beşdarî civînê bûn.
'EM Ê BÊDENG NEBIN’
Endamê PM’ê yê HDP’ê Îbrahîm Akin daxuyanî da û diyar kir ku hevalên wan bi boneya di sala 2016’an de beşdarî kongreya partiya wan a rêxistina Menemenê bûne hatine girtin û ev girtin bêhiqûqî ye. Akin destnîşan kir ku armanca girtinê ew e ku xebatên HDP’ê sabote bikin û got: “Dixwazin bi girtinan xebatên me yên hilbijartinê û siyaseta demorkatîk asteng bikin. Peşkê li xebatê me didin. Em hêvîdarin ku dê hevalên me piştî îtîrazên me bên berdin. Em li pir aşkere bang li raya giştî dikin, çi dikin bila bikin dê HDP tu demê li dijî êrîşên wan bêdeng nebe û bêdeng nemîne. Wê xebatên me yên hilbijartinê bênavber dewam bikin. Wê hemû êrîşên astengkirinê bêencam bimînin.”
Hevserokên Rêxistina HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok û Çerkez Aydemîr jî axivîn û gotin ew ê li dijî operasyonên li dijî wan pêk tê çonga xwe netewînin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Atîlla Kiliç jî da zanîn ku ew ê li dijî operasyonan hin bêtir bixebitin û piştevaniyê hin bêtir nîşanî hev bidin û xwest rêveberên HDP’ê yên hatin girtin demildest bên berdan.