NAVENDA NÛÇEYAN - Nezîr Acem (46) ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezkoy dixebitî, ji ber pirsgirêkên aborî yên dijiya, li nexweşxanê întîxar kir.
Bavê 3 zarokan Nezîr Acem ê 46 salî yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezkoy dixebitî, ji ber pirsgirêkên aborî yên dijiya, li nexweşxanê întîxar kir. Lî gorî nûçeyan bûyer di 28’ê Mijdarê de pêk hat. Hat diyar kirin ku Acem xwe bi banê xaringeha nexweşxanê ve daliqand û jiyana xwe ji dest da.
Personelên nexweşxanê yên Acem di vê rewşê de dîtin agahî dan û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê li gel hemû mûdaxileyan jî nekarîn Acem rizgar bikin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.