AMED - TJA li dijî serdegirtinên buroyên Tevgera Azadiyê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê derket û got li şûna van serdegirtinan roj roja ku kurd bi hev re li dijî êrîşan derkevin û xwe bikin yek e.
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî serdegirtinên buroyên Tevgera Azadiyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê YNK'ê ve pêk hat daxuyaniya nivîskî da.
Daxuyaniya TJA'yê wiha ye:
"Li Başûrê Kurdistanê buroyên Tevgera Azadiyê ji aliyê YNK’ê ve hatên girtin. Di demeke ku hemû serdest êrîşî kurdan dikin de ev biryar rûreşiya serdemê ye. Sîxuriyê diafirîne, hêzên li ser serê kurdan xurtir dike û destkeftiyên kurdan yek bi yek têk dibe.
Îro hemû dagirker li dijî kurdan bûne yek û qirkirin, îzolasyon, givaştin û destdirêji-destavitinê kûrtir dikin. Roj roja ku kurd bi hev re li dijî dagirkeran bibin yek û berxwedana serdemê demsalî xurt bikin. Bîryara girtina sazî û dezgehên kurdan di dîroka berxwedanê de tu car nayê qebûlkirin.
Sazî û dezgehên kurd ji bo yekitiya jin û gelê kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdîstanê gelek caran hatin gel hev. Xala herî girîng ku me di nîqaşê xwe de hevpar qebûl kir 'Sazî û dezgehên kurdan bi fikr û ramanên cuda werin vekirin, ev perçekirina kurdan e, dewlemendiya demokrasiya Kurdîstanê ye.'
Em wekî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi van hestan bang dikin ku li dijî sîxûriyê, dagirkeriyê, hovitiyê û êrîşên li ser Tevgera Azadiyê bi hev re têbikoşin. Dîsa hemû berpirsiyaran PDK, YNK Û kesên demokrat, ji mafên jin û mirovan re bi hurmet in, kêliyek beriya kêliyekê vê mora reş rakin. Li dijî dewletên ku êrîşî berxwadana azadiya kurdan dikin bibin yek."