DÎLOK - Muzîkjen Tahîr Ozmen ku du sal berê ji ber stranên xwe bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat darizandin û beraat kir, dadgehê ji bo heman stranan îsal sal û 6 meh û 22 roj ceza lê birî.
Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Dîlokê der barê muzîkjen Tahîr Ozmen de di sala 2016'an de ji ber stranên li dawetan gotin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz vekir. Piştî demekê Ozmen beraat kir, lê belê vê carê dadgehê ji ber heman stranên wî yên li ser youtubeyê dîsa doz lê vekir. Dadgehê di 17'ê Cotmehê de bi îdiaya "propagandaya rêxistin" sal û 6 meh û 22 roj ceza li Ozmen birî.
Dadgehê di biryara xwe de îdia kir ku Ozmen di stranên xwe de pesnê PKK'ê daye.
Parêzer Yakûp Koca, anî ziman ku berê jî ji ber heman stranan der barê muwekîlê wî de doz hatibû vekirin lê belê beraat kiribû. Koca, diyar kir ku lê di doza îsal lê hat vekirin de ji ber heman stranan ceza lê hatiye birîn û got: "Mixabin stranên wekî delîl hatin nîşandan wekî propagandayê hatine hesibandin. Divê daraz ji bo muzîk û fealiyetên hunerî destûra darizandinê nede. Du sal berê ev stran wekî sûc nehatin hesibandin, lê niha ji bo heman stranan ceza tê birîn. Di demên dawî de daraz xwe bi pênaseyên sûckirin yên îktîdarê diyar kirine ve girêdide."
Koca, diyar kir ku cezayê hatiye birîn nehatiye taloqkirin, loma wan dosye ji dadgeha îstinafê re şandiye.