MÊRSÎN - Wê HDP di 1-2'yê Kanûna de ji bo pirsgirêkên di warê çandiniyê de sempozyomekê li dar bixe. Wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî tev li sempozyûmê bibe.
Wê HDP li Mêrsînê di 1-2'yê Kanûnê de ji bo pirsgirêkên di warê çandiniyê de sempozyomekê li dar bixe. Wê sempozyûm li Navenda Çandê ya Ataturkê ya li navçeya Yenîşehîrê bê lidarxistin û wê 2 rojan dewam bike. Hevserokên HDP'a Mêrsînê Zuhal Onen û Mûstafa Işik ji bo sembozyûmê bang kirin.
Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zuhal Onen, anî ziman ku ew ê di sempozyûmê de krîzên ji ber polîtîkayên çandiniyê yên AKP'ê rû dane nîqaş bikin û got: "AKP, di demên dawî de li qadên çandniyê dest bi çêkirina înşeatan kir û qadên çandniyê tune kirin. Bi tunekirina qadên çandiniyê civak hilberîner qedand û civakeke mezaxêr afirand. Berê ceh, genim û gelek berên me yên din hebûn, lê niha di warê çandiniyê de em bûne pêgirtiyên derve. Di vê çarçoveyê de em dixwazin bi hilberînerên çandiniyê re ji bo çareseriyê nîqaşan bikin."
Her wiha Onen, diyar kir ku ew ê di sempozyûmê de bal bikişînin ser pirsgirêkên karkerên çandiniyê de jî û ji bo vê xwest karker û hilberîner jî tev li sempozyûmê bibin.
'JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN'
Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik jî anî ziman ku li Tirkiyeyê di warê çandiniyê de gelek pirsgirêk hene û ev jî ji ber polîtîkayên îktîdarê rû dane. Işik, destnîşan kir ku ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin hemû hilberîner û karkerên çandiniyê vexwand sempozyûmê.
WÊ ROJA EWIL 3 RÛNIŞTIN PÊK BÊN
Wê di roja ewil a sempozyûmê de 3 rûniştin pêk bên. Sempozyûm wê saet di 10:00'an de dest pê bike. Ewilî wê Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran di sempozyûmê de biaxive. Wê bi moderatoriya Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce rûniştina ewil pêk bê û wê axaftvan Abdullah Aysû û Atîlla Guney bûn û wê mijara "Li Tirkiyeyê veguherandina çandiniyê ya ber bi neo-lîberaliyê ve" bê nîqaşkirin. Di rûniştina duye de jî wê bi moderatoriya Ozlem Arikanê mijara "Di hilberîneriya zexîre de plansaziya nû û navnetewî" bê nîqaşkirin û wê axaftvan Bulent Şik, Olcay Bîngol û Zafer Şenyûrt bin. Rûniştina sêyem jî wê bi moderatoriya Bedîz Yilmaz pêk bê û wê di vê rûniştinê de jî "Pirsgirêkên çandiniyê yên li herêma Çûkûrovayê" bê nîqaşkirin. Wê axaftvan Sedat Başkavak, Yilmaz Kîlîm û Bayram Yildiz bin.
WÊ SEZAÎ TEMELLÎ JÎ TEV LI SEMPOZYÛMÊ BIBE
Wê di roja dudoyan a sempozyûmê de 2 rûniştin û 3 atolye pêk bên. Wê saet di 10:00'an de dest pê bike û wê ewilî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî biaxive. Wê rûniştina ewil a roja dudoyan bi moderatoriya Fatîh Çîçek pêk bê û wê mijara "Bandora polîtîkayên di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ya li ser çandinî û sewalvaniyê" bê nîqaşkirin. Wê axaftvan Hamît Kûrt û Ahmet Koçyîgît bin. Rûniştina dawî jî wê bi moderatoriya Abdullah Aysû pêk bê û wê mijara "Danasîna atolyeyan û parvekirina ceribînan" bê nîqaşkirin.
Wê di dawiya sempozyûmê de danezana encamê bê daxuyandin.