AGIRÎ - Parlementerê AKP'ê yê Agiriyê Ekrem Çelebî, girtîgeha ku dê li bajêr bê çêkirin wekî "mizgîniyê" ragihandibû. Hevseroka HDP'a Bajêr Yelîz Karaaslan bertek nîşanî vê yekê da û got: "Girtîgehe ne tiştekî mizgîndar e. Ev mizgînî tê wateya 'Ez ê hemû kesên li hemberî min derkevin têxim girtîgehê' û bi awayekî aşkere gefxwarin e."
Waliyê Agiriyê Suleyman Elban û siyasetmedarên AKP'î ji bo girtîgeha wê li bajêr bê çêkirine peyam ji gel re şandin û di peyamên xwe de çêkirina girtîgehê wekî "mizgîniyê" ragihandin. Hevseroka HDP'a Agiriyê Yelîz Karaaslan diyar kir ku bajarê wan di warê betalî û xizaniyê de di rêza dawîn a Tirkiyeyê de ye. Karaaslan, anî ziman ku di vê rewşê de çêkirina girtîgehê ne ehlaqî ye.
Karaaslan, peyama Parlementerê AKP'ê yê Agiriyê Ekrem Çelebî ya der barê girtîgehê de bi bîr xist û diyar kir ku çêkirina girtîgehê rêbaza tirsandin û çewisandinê ye. Karaaslan got: "Ev mizgînî, polîtîkayeke li hemberî me ye. Girtîgeh ne tiştekî mizgîndar e. Ne dibistan, ne fabrîka ye ku pêdiviyên gel peyda bike. Ev tê wateya 'Ez ê hemû kesên li hemberî min dertên têxim girtîgehê' û gefxwarin e. Mirovên me li bendê bûn ku pirsgirêka betaliyê û pirsgirêkên Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê bên çareserkirin, lê ew rabûn wekî tiştekî bi xêr me mizgîna çêkirina girtîgehê didin. Rewşeke ecêb e. Gel ji ber pirsgirêkên Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê sewqî Erziromê tên kirin. Piraniya mirovên me di rêya Erziromê de dimirin."
'TEKANE ÎCRAATA WAN ÇÊKIRINA GIRTÎGEHÊ YE'
Karaaslan, bal kişand ser îcraatên Waliyê Agiriyê Suleyman Elban ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Agiriyê hat kirin û destnîşan kir ku ew ê di 31'ê Adarê de şaredariya hatiye xespkirin dîsa bi dest bixin. Karaaslan got: "Em partiyeke ku ji dil û can dixebitin. Em ê şaredariya xwe û vîna gelê xwe ji talana qeyûm xelas bikin. Qeyûm û AKP dibêjin qey wan ji bo Agiriyê tiştek kiriye, a rast tu tiştek jî nekirine. Rewşa Agiriyê li ber çava ye. Bi şev ji ber qiêrjiya hewayê mirov nikarin derkevin derve. Qaşo projeyeke wan a ji bo gaza xwezayî hebû, lê ew proje jî di dest wan de ma. Ji bo gelek tiştan soz dan, lê tiştek jî nekirin. Ji ber hilbijartina herêmî nêz bû, çend tiştên sûkî dikin. Lê bêhûde ye. Gelê me bêsamîmiyeta wan dibîne. Tenê îcraatek wan heye, ew jî çêkirina girtîgehê ye. Ji dêvla mirov azad bibin, plansaziya girtina mirovan dikin."