* Parlementerê AKP'ê yê Agiriyê Ekrem Çelebî, girtîgeha ku dê li bajêr bê çêkirin wekî "mizgîniyê" ragihandibû. Hevseroka HDP'a Bajêr Yelîz Karaaslan bertek nîşanî vê yekê da û got: "Girtîgehe ne tiştekî mizgîndar e. Ev mizgînî tê wateya 'Ez ê hemû kesên li hemberî min derkevin têxim girtîgehê' û bi awayekî aşkere gefxwarin e."
* Wê HDP di 1-2'yê Kanûna de ji bo pirsgirêkên di warê çandiniyê de sempozyomekê li dar bixe. Wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî tev li sempozyûmê bibe.
* Hosteyê hûr û rodiyan Kasim Baytekîn, anî ziman ku li Edeneyê rojê zêdetirî 20 hezar hûrî û rodî tên firotin, lê belê ji ber şerjêkirina heywanan kêm bûye hûr û rodî jî biha bûne.
* Li Licêya Amedê qeyûm doza bacê li kesên heftê rojekê dezgeha xwe li bazarê vedikin dike. Serokê Bazara Semtê ya Navçeyên Amedê Mehmet Yetîşkîn, diyar kir ku li navçeyên din tiştekî wisa tune ye.
* Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên wê li dar bixin û destnîşan kir ku ger daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê pêk neyên ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin.
* Muzîkjen Tahîr Ozmen ku du sal berê ji ber stranên xwe bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat darizandin û beraat kir, dadgehê ji bo heman stranan îsal sal û 6 meh û 22 roj ceza lê birî.
* Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê ya Dîrokî, anîn ziman ku ew nikarin şûna berên difiroşin dagirin. Esnafan got, hindik maye top bavêjin û ji bo rizgariyê şert e hikûmet biguhere.
* Cotkarên li sînor çandiniyê dikin diyar kirin ku ji ber çekên di dema operasyona Efrînê de hatin bikaranîn îsal berdariya wan kêm bûye. Endezyara Çandiniyê Bîrgul Yildirimê jî diyar kir ku bandora madeya kîmyewî ya di bombeyan de dibe ku bi salan dewam bike.
* Hat derpêşkirin ku li hin gundên Midyadê bi fermana qeymeqamê navçeyê leşker serdana keyayan dikin û ji wan re dibêjin heta malbatên dengê xwe didin HDP'ê neyên tespîtkirin wê komira ji bo alîkariyê neyê dayîn.
* Serokê Şaxa Odeya Avahisazan a Amedê Şerefhan Aydin, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hilweşandina Sûrê ev 3 salin bênaber berdewam dike û got: “Bi vê yekê re li Sûrê dîrok, çand û binesaziya civakî wêran dikin.”
* Nivîskar Kamran Erkaçmaz, pirtûka “Acinin Îkî Yuzu/Du duyên êşê” a êşa malbatên kurd û tirk ên di şerê salên dawî de jiyana xwe ji dest dane digire dest çap kir. Erkaçmaz, diyarkir ku tekane rêya aştî û çareseriyê diyalog e.
* Danişîna 205 siyasetmedarên ku ji doza “KCK'a Stenbolê" tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)
* 3'emîn Danişina doza Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim dê li 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
* Qayûm û namzetê AKP'ê yê Mêrdînê Cumali Atilla, dê tev li civîna Rêxistina AKP'ê ya Amedê bibe. (10.00)
* Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluc, dê li navenda avahiya Partiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê têkildarî zextên li ser ciwanan li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û rêveberên ÎHD'ê yên Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, dê li Girtîgeha Tîpa E Amedê Guven ziyaret bikin û li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Baroya Amedê bi armanca faîlên Tahîr Elçî bên ronîkirin û edaletê bixwazin dê di hefteya 152'an de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)