AMED – Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş neberdana Selahattîn Demîrtaş a piştî biryara DMME’yê ji Wezîrê Dadê pirsî.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ku ji Tirkiyeyê xwestibû Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş berde û hêj nehatiye berdan bi boneya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşniyazpirs da Serokatiya Meclîsê. Beştaş di pêşniyazpirsê de bal kişand ser rewşa Demîrtaş a girtî û biryara DMME’yê û wiha pirsî: “Piştî biryara DMME’yê çima Demîrtaş hêj nehatiye berdan?”