STENBOL - Danişîna doza nûçegihana ETHa Îsmînaz li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de 3 kes hatin berdan, Temel jî din av de 3 kes nehatin berdan.
2’yemîn danişîna doza darizandina 23 kesên dinavê de nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û parêzerên Buroya Hiqûqî ya Bindestan (EHB) jî heyî li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegera girtî Îsmînaz Temel û 5 girtiyên, parêzer û rojnamegerên ne girtî beşdarî danişînê bûn. Şandeyên derveyê welat, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeynel Ozen û malbatan danişîn şopandin.
Di destpêka danişînê de girtiyan parastin kirin.
‘TENÊ ŞAHIDEK JÎ TUNEYE’
Rojnamegera girtî Îsmînaz Temel, di parastina xwe wiha axivî: “Ji sala 2006’an ve rojnamegertiyê dikim. Ez rojnamegerek sosyalîstim. Ev weke sûc tê dîtin. Derbarê min de şahid û delîlek tenê jî tuneye.”
Piştî parastina girtî û parêzeran, şandeya dadgehê derbarê Hunkar Hudayi Yurtsever, Îlhan Aslan û Mazlum Demîrtaş de biryara berdanê dan û xwest girtina rojnameger Temel jî dinav de 3 kesan berdewam bike. Şandeya dadgehê di heman demê de şertê kontrola edlî ya li ser kesên hatibûn berdan rakir û danişîn taloqî 14’ê Sibata 2019’an kir.