HATAY – Walîtiya Hatayê “pêkanîna herêma ewlehiya taybet” a hin herêmên li ser sînorê Sûriyeyê 15 rojên din jî dirêj kir.
Walîtiya Hatayê ragihand ku “pêkanîna herêma ewlehiya taybet” a li hin deverên sînorê navçeyên Reyhanli, Yayladagi, Altinozu, Kirikhan û Hassa yên li ser sînorê Sûriyeyê 15 rojên din jî hatiye dirêkirin. Walîtiyê aşkere kir ku ji bilî destûra bê dayîn çûnehata mirov û her cûre wesayîtan li van herêman qedexe ye.