ENQERE – Danişîna doza 7 endamên MYK’a KESK’ê yên ji ber daxuyaniya Efrînê tên darizandin hat dîtin. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di danişînê de got: “Tişta ku niha li vir tê darizandin aştî û nêrînên me yên ji bo aştiyê ne.”
Li 7 endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi boneya daxuyaniya nivîskî ya bo piştevaniya Efrînê doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Sekreterê Giştî ya KESK’ê Ramazan Gurbuz ên ne girtî tên darizandin û parêzerên xwe beşdarî dozê bûn. Gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî dozê şopandin. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.
‘YA LI VIR TÊ DARIZANDIN AŞTÎ YE’
Di danişînê de Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî û got: “Niha tişta ku li Dadgeha Enqereyê tê darizandin aştî ye. Ya li vir tê darizandin nêrînên me yên der barê aştiyê de ne. Ji roja konfedarasyona me hatiye avakirin heta îro li dijî şer derketiye û aştiyê parastiye.”
‘AŞTÎXWAZ GIRTÎ NE, ŞERXWAZ BERDAYÎ NE’
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ku parêzeriya dozê jî dike diyar kir ku kesên aştiyê dixwazin tên girtin û darizandin û yên şer jî dixwazin her tim serbest tên berdan.
Dozger xwest kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin.
Heyeta dadgehê biryara navberê da û xwest bersûcên din ên ne girtî tên darizandin di danişîna bê de amade bin û danişînê taloqî 7’ê adara 2019’an kir.