MÊRDÎN - Li girtîgehên Mêrdîn û Baybûrtê, bi hinceta “Guvend gerandinê û berzkirina tilîliyan” lêpirsîna dîsîplînê ji bo 55 girtiyên jin hat vekirin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, derbarê 17 jinên girtî de, bi hinceta guvend gerandinê û berzkirina tilîliyan lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.
Girtiyan bi navbeynkariya malbatên xwe agahî dan û gotin “Rayedarên girtîgehê bi îdîayên ‘Ewlekariya girtîgehê xistina talokê’ me sûcdar dike û ji ber vê derbarê me de lêpirsîn dan dest pê kirin.”
LI BAYBÛRTÊ JÎ LÊPIRSÎN LI 38 GIRTIYAN VEKIRIN
Li Girtîgea Tîpa M a Baybûrtê jî, ji bo 38 girtiyên jin bi heman awayî lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. Malbatên girtiyan derbarê mijdarê de agahî dan û wiha got: “Rayedarên girtîgehê bi hinceta girtiyan di 27’ê Mijdarê guvend gerandin û tilîlî berzkirin de, lêpirsîn dane dest pê kirin.”