AMED - Hevberdevka KCD'ê Zelal Bîlgîn ku di 9'ê Cotmehê de hatibû binçavkirin û girtin, di encam biryara navberê ya dadgehê de, hat berdan.
Li Amedê di 9'ê Cotmeha 2018'an de di serdegitina malan û saziyan de siyasetmedar û rojnameger jî di nav de 140 kes hatibû binçavkirin. Di nava 140 kesên ku hatibûn binçavkirin de Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Zelal Bîlgîn jî heyî 25 kes hatibûn gitin. Zelal Bîlgîn li ser îtîraza parêzeran di encama biryara navberê ya dadgehê de, hat berdan.