GIRÊ SPÎ – Berpirsê Têkiliyên Diplomatik a PYD'ê Salîh Muslim, helwesta MYK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriye nirxand û wiha got: "Em tu car nebûn dijminê gelên Tirkiyeyê. Tu carî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelên Tirkiye ne talûke û ne gef in.
Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) pêk hat û 5 saetan berdewam kir. Tenê rojava wê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di danezana MGK'ê de zêdetir bal kişand ser rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di danezanê de diyar kirin ku ew çavê xwe ji gef û fermanan re nagirin û dê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. MGK'ê di danazadê de bal kişand ser rewşa Rojhilatê Firatê ku kurd lê dijîn û di Kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de. MGK'ê di danezatê de Rojhilata Firatê ji bo xwe wekî "gefa herî mezin" nirxand. Berpirsê Têkiliyên Diplomatik a PYD'ê Salîh Muslim, ku beşdarî civîna Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku li ser banga MSD`ê li bajarê Eyn Îsa bi dirûşmeya "Danûstandinên ji bo avakirin û pêşxistina Sûriyê" pêk hat bû; helwesta MYK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriye nirxand. Muslim wiha got: "Em tu car nebûn dijminê gelên Tirkiyeyê. Tu carî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelên Tirkiye ne talûke û ne gef in."
‘PILÎTÎKAYÊN SÛRIYE TÊK ÇÛN'
Muslim, destnîşan kir ku polîtikayên Tirkiye yên der barê Sûriye de hilweşiya ye û wiha got: "Heta niha Tirkiye tu fêde ji vî aqilê xwe negirtiye. Polîtîkayên Tirkiye yên der barê Sûriye de bêtir zerar dide gelên Tirkiyeyê. Ev hemû îro li Idlibê derketin holê. Li vir ketiye nava çiravekê û celbê. Ji bo ser vê rewşa xwe bigire êrîşî der û dorên din dike. Dixwazin Bakur û Rojhilatên Sûriye bikin hedef. Tişta ku li Efrînê kirin dê nikaribin li Rojhilatê Firatê bikin. Di civîna MGK'ê de dîsa heman gef hebûn. Me li mala me tehdît dike. Me berê jî got. Em dê li dijî hemû êrîşan parastina xwe ya rewa pêk bînin. Parastina me parastina rewa ye.
Li herêmê hevsengiya navneteweyî heye. Me berê jî got. Bi destê Tirkiye DAİŞ pêş ket. Tirkiye DAIŞ ava kir. Hêj wan xwedî dike. Niha DAIŞ li Dêra Zorê ketiye zorê. Ji bo êrîşên li ser DAIŞ'ê kêm bike, serî li rê û rêbazên cuda didin."
Muslim helwesta DYA jî rexne kir û wiha got: "DYA li hemberî kesên li dijî “terorizme” bi wan re tev digerin xwedî berpirsiyar e. Tirkiye dikare gavên ne li bendê bavêje. Ev yek dê zerarê bide gelê Tirkiyeyê. EM tu car nabûn dijminê gelê Tirkiyeyê. Em nabin dijminê wan jî. Îktîdara AKP-MHP'ê polîtîkayên faşist pêş dixe. Bi êrîşên li dijî me dixwazin xwe ji krîzên xwe rizgar bikin. Ev polîtika zerarê dide gelên Tirkiyeyê. Heta niha me tu carî êrîş nekir û em êrîşî gelan nakin. Ger ku Tirkiye di vê mijarê de bi aqil tev bigere dê baş bibe."
MA / Nazim Daştan