ENQERE - Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler, derbarê tifaqên berî hilbijartina herêmî ya nêz dibe, hevbeşî û bendewarên piştgirî dayînên hev de axivî û got: “Em ê piştgiriyê nedin kesên nelirêtî kirine û piştgiriyê didin şer.”
Li Tirkiyeyê her ku pêvajoya hilbijartina herêmî nêztir dibe. Ji bo hilbijartina herêmî tifaqên dinavbera partiyan, bendewariyên piştgirî dayîna hev û nîqaşên li ser namzetan zêdetir dibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, têkildarî bajarên Kurdan û stratejiya li rojavayê Tirkiyeyê, xebatan bi rêve dibe. Alîkara Hevseroka Giştî û Berpirsa Rêveberên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler, derbarê tifaqên berî hilbijartina herêmî, hevbeşî û bendewarên piştgirî dayînên hev de agahî dan.
‘PEYWIR DAN WALIYÊN DAGIRGER’
Ozsokmenler, diyar ku bi qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, milkên şaredariyan talan kirin û wiha axivî: “Qeyûman li Kurdistanê, pergala tekparêz û navendîparêz bi rêve birin. Bi polîtîkayên pişavtin û xespê, peywira xwe birêv kibin. A rastîn waliyên dagirker bi van perwiran tevgeriyan. Niha dinava namzetên AKP’ê de qeyûm hene. Gel li dijî van polîtîkayên bi hêrsê. Gelê me, dê li ser sindoqan bersivek mezin bide, van polîtîkayên talanker û dagirker.”
‘HEVDÎTINÊN ME YÊN LI BAJARÊN KURDAN BERDEWAM DIKIN’
Ozsokmenler, anî ziman ku hevdîtinên wan ên bi partiyên li bajarên Kurdan re berdewam dikin û wiha got: “Em armanc dikin ku şaredariyên dibin dagirkeriya qeyûmdan rizgar bikin û hîn zêdetir şaredariyan qezenc bikin. Em hewl didin li gorî xesertiya her herêmê namzetan diyar bikin. Di heman demê de, em hedef dikin ku li rojavayê Tirkiyeyê tifaqa MHP û AKP’ê başde bixin. Em amadene ku bi li Tirkiyeyê bi hemû eniyên mûxalîf re bên gel hev. Li hin cihan Partiya Saadetê bi bandore û li hin cihan jî CHP bi bandore. Em dixwazin li gorî herêman tevbigerin.”
‘JI BO PIŞTGIRIYAN NAMZETÊN RÊZDAR PEWÎSTIN’
Ozsokmenler, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Divê mûxalîf namzetên rêzê didin nirxên gelê Kurd nîşan bidin. Emê tu carî piştgiriyê nedin namzetên netewperest, alîgirê şer û nelirêtîn kirine. Ger em piştgiriyê bidin van namzetan, wê demê emê paradîkmaya xwe înkar bikin. Ji ber vê em hemû partiyên siyasî hişyar dikin û dibêjin ger hûn piştgiriyê dixwazin wê demê divê hûn namzetên rêzê dibin pîvan û nerxên me diyar bikin. Di rojên pêş de wê hin tişt diyar bibin. Partiyên din jî, mîna me li dijî tifaqa AKP û MHP’ê derdikevin. Ji bo hevbeşiyek xurt hewldanên me hene.”
‘JI BO ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ JÎ ÎDÎAYA ME MEZIN E’
Ozsokmenler, destnîşan kir ku HDP ji bo rojavayê Tirkiyeyê jî bi îdîaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Stenbolê, minkune ku em 100 an jî 150 Endamên Meclîsên Şaredariyan qezenc bikin. Dibe ku em Şaredariya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê qezenc bikin. Dîsan ji bo Koaelî, Îzmîr û herema Çukurovayê îdîayên me hene. Em dixwazin ji bo Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê şaredariyek xwişk û bira pêş bixin. Hêza tifaqa me ya esasî mûxalîf, sendîkayên civakî û partiyên siyasîne. Hevdîtinên me berdewam dikin.”
MA / Berîvan Altan