AFYON - Çemê Menderesê ku çavkaniya herî mezin a avdaniya herêma Afyonê ye, ji ber santralên Termikê û sontajan zuha dibin. Rençberên ku li herêmê çandiyê dikin bi hesreta tasek av in. Rençberan anîn ziman ku êdî nikarin çandiniyê bikin û hesreta dilopek av in.
Çemê Menderezê yê Mezin, di salên dawî de ji ber Santralên Termîkê û Sontaj li ser têl kolandin êdî ava wî li ber miçiqandinê ye. Li Tirkiyeyê, ji ber santralên termîkê û sontajan çavkaniya avê ya Menderezê winda dibe û zeviyên çandiyê bê bereket dimîne. Li navçeya Dinarê ya Afyonê, ji ber zeviyên çandiniyê zuha dibin, rençber êdî nikarin wekî berê çandiniyê bikin. Rençberên Dînarê bertek nîşanî avakirina santralan û sontajan dan. Her çend bertekên welatiyan hebin jî kolandina sontajên ku ji bo Santralên Termikê yên Madenvaniya KLK'ê berdewam dikin. Gelek rojnameyan manşet avêtin rûpelên xwe û gotin: “Li Dînara Afyonê projeyên mezin" û pesnê avakirina santralên termikê dan. Lê welatiyên herêmê dijberî vê yekê difikirin û diyar dikin ku çemê herî mezin ê Tirkiyeyê Çemê Menderezê zuha dibe û Newala Menderezê hişk dibe.
EM DI NAVA AVÊ DE BÊ AV IN
Piştî Çemê Menderesê zuha bibe dê bi hezaran gund û bi hezaran dolim zeviyên çandiniyê yên li dora 548 kilometre çem in, dê zerar bibînin. Ekolojîst Mevlut Er, bal kişand ser guhertinên zagonê yên der barê derdorê û elokojiyê de û anî ziman ku ev zagon nifşê pêşerojê eleqeder dike û wiha got: Çemê Menderesê ji kaniyên Dînarê dizê. Li ser vî çemî 162 bajarok, 3 bajar û di hezaran gundan re derbas dibe. Ji wir diherike Bahra Sokeyê. Ava vexwarinê ya Keçiburun û Dinarê li ser pişta vî çemî ye. Ger ku ev çem zuha bibe dê jiyana 300 hezar malbat xelas bibe."
Er, destnişan kir ku bi vê projeyê re, dê ji herêma Ege heta Soke bi hezaran gund bi zuhabûn û pirsgirêka avê re rû bi rû bimîne û wiha got: Li aliyekî ev santral hewayê qirêj dikin û li aliyê din dê 300 hezar mirov bê av bimînin. 300 karkerên li vê santralê dixebitin dawî li jiyina 300 hezar mirov bînin. Er, destnîşan kir ku Wezîrê berê Taner Yildiz, di sala 2013'an de pesnê Santralên Termikê kir û wekî razemeniya herî mezin a Tirkiye pesnê wê da. Er, anî ziman ku Taner Yildiz wê demê destnîşan kir ku dê 8 hezar mirov li vir kar bike û di heman demê de dê bibe çavkaniya debarê û wiha got: "Li vir 300-400 mirov kar dikin. Di santrala herî mezin a cîhanê de jî ew qas mirov kar nakin. Santralên herî emir dirêj ên cîhanê 30 salin. Lê piştî 30 salên din dê rewş çi bibe. Çemê Menderesê yê bi hezaran salan li vir diherike û jiyanê dide mirovan zuha dibe."
Welatiyê Gundê Ulukoyê Hîlmî Çalişkan ê 82 salî jî bertek nîşan da û wiha got: "Beriya Santralên Termikê li vir ava bibin Wezîr Veysel Eroglu hat vir. Min jêre got 'Ev dê zêrarê bide çandiniyê. Wî jî got dema zerar bide dê li hesabê wê binerin' Lê niha zerar dide. Ava çem roj bi roj kêm dibe. Sontajên tên kolandin Çemê Menderesê zuha dike. Menderes avêneya Dinarê ye. Ev awêne tê şikandin."
MA / Nîmet Olmez