ANTALYA - Baroya Antalya afîşa wêneyê Serokê Baroya Amedê yê berê ku li Sûrê hat kuştin Tahîr Elçî li ser heye, ji panoyê daxist. Prz. Denîz Yildirim, ji bo afîş ji nûve bê daliqandin serlêdan kir, lê baro red kir. Prz. Yildirim anî ziman ku ev ji ber vê rewşê "Şerm" dikin.
Baroya Antalyayê afîşa ku wêneyê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin û helbesta ku hevjîna wî jêre nivîsandiye li ser heye, ji panoyê daxist Endamên Baroya Antalya bi minasebeta salvegera kuştina Elçî li banoyê afîşa ku wêneyê Elçî li ser daliqandibûn. Piştî rêveberiya Baroya Antalya afîş ji panoyê daxist parêzeran bertek nîşan dan. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Antalya ku bi KHK'ê hat girtin Prz. Denîz Yildirim, bertek nîşan da û destnîşan kir ku ev rewş şerm e. Prz. Denîz Yildirim, ji bo afîş ji nûve bê daliqandin serlêdan kir, lê baro red kir. Prz. Yildirim anî ziman ku ev ji ber vê rewşê "Şerm" dikin.