SILÊMANÎ - Hêzên Asayîşê ya YNK'ê baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yên Ranya û Qeladizê jî girtin.
Piştî ku di 25’ê Mijdarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyê diyar kir ku ew ê partî û rêxistinên ku fermiyeta wan nîn e, bigirin zextên li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê zêde bûn. Şevê din hêzên asayîşê bi ser Ofîsên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yên li navçeya Ranya ya Silêmaniyê û bajarokê Qeladizê de girtin û herdu baregeh girtin. Girtina baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji bo pêkanîna biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo girtina rêxistin û partiyên siyasî yên tên îdia kirin ku fermiyeta wan nîneye. Lê balkêş e ev biryar tenê ji bo Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê dikeve meriyetê.
HIKÛMETA IRAQÊ QEBÛL DIKE LÊ WEZÎRÊ HUNDIR Ê HIKÛMEAT KURDISTANÊ QEBÛL NAKE
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê di 17'ê Cotmeha 2014'an de hatiye damezirandin. Ji dema hatiye damezirandin ve ji bo fermiyetê serî li Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê daye, lê hate niha destûra kar nedayê. Ji 4'ê Kanûna 2017'an ve li seranserî Iraqê ji aliyê Iraqê ve weke partiyesek siyasî hatiye pejirandin.