AMED - Parêzer Suleyman Şahîn, diyar kir ku biryara "îstimlaqkirina lezgîn" a der barê Sûrê de xespkirina mulkiyetê ye û ji bo vê 140 kesî serî li AYM'ê dane. Şahîn, xwest gelê Sûrê sebir bike û teqez wê di doza xwe de bi ser bikevin.
Di ser qedexeya derketina kolanan a di 2'yê Kanûna 2015'an de li li taxa Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê ya Sûra Amedê hat îlankirin 3 sal derbas bûn. Piştî di Adara 2016'an de pevçûnên li navçeyê bi dawî bûn li 6 taxên navborî qedexe dewam kir û li van taxan dest bi rûxandina avahiyan hat kirin. Paşê Desteya Wezaretê der barê evan taxan de biryara "îstimlaqkirina lezgîn" da. Lê belê ji bo ev biryar bê betalkirin rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û Baroya Amedê serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê dan. Piştî dadgehê doz red kir, şêniyên Sûrê serî li Şûraya Dewletê (Daniştayê) dan. Daîreya 6'an a Şûraya Dewletê jî doz red kir. Li ser vê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Platforma Sûrê doz şopandin û serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.
‘XESPKIRINA MULKIYETÊ'
Parêzerê OHP'ê Suleyman Şahîn ku dozê dişopîne destnîşan kir ku ya li Sûrê tê kirin xespkirina mulkiyetê ye. Şahîn, anî ziman ku doza li AYM'ê dibe ku du salan jî dewam bike û got: "Em li benda biryareke erênî ne yan? A rast di vê pêvajoya ku daraz bûye perçeyeke siyasetê ev yek ne mimkun e, lê dîsa jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
'WÊ TIRKIYE DMME'YÊ MEHKÛM BIKE'
Şahîn, anî ziman ku 140 kesî serî li AYM'ê daye û wexta biryareke neyînî bê dayîn ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Şahîn, destnîşan kir ku wexta ew serî li DMME'yê bidin wê DMME Tirkiyeyê mehkûm bike û got: "Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê di sala 2012'an de lêkolînek kiriye û tenê diyar kiriye ku ji sedî 6'ê navçeyê bi rîsk e. Lê di sala 2016'an de çi guherî ku biryara rûxandinê dan? Divê lêkolîneke jeolojîk û zanistiyî bihatana kirin û serî li Wezareta Çand û Turîzmê bidana. Wexta li cihekî wekî Sûrê ku xwedî dîrokeke 8 hezaran sal e biryara îstimlaqkirinê bê girtin diviya serî li Wezareta Çand û Turîzmê bidana. Lê ev nehatiye kirin. Her wiha diviya ji sê paran serî li du parên nûşêniyên navçeyê bidana. Lê ev jî nehatiye kirin. Yanî hemû tiştê hatine kirin bêhiqûqîtî ye. Wexta em evan tiştan hemûyan bînin cem hevdu wisa dixuyê wê DMME biryareke erênî bide."
Şahîn, destnîşan kir ku divê şêniyên Sûrê ji bo vê yekê hinekî sebir bikin, teqez ew ê di doza xwe de bi ser bikevin.
MA / Lezgîn Akdeniz