AMED - Endam û rêveberên Baroya Amedê, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bi tevlêbûnek girseyî ew li ser gora wî ya Goristana Yenîkoyê bîr anîn.
Endam û rêveberên Baroya Amedê li gel nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî Serokê Baroya Amedê ye berê ku di 28’ê Mijdara 2015’an li navçeya Sûr a Amedê dema ku li ber Minareya Çar Ling daxuyanî dida çapemeniyê hatibû kuştin, piştî ew li Sûrê bibîr anîn, derbasî ser gora Elçî ya Goristana Yenîkoyê bûn. Girseyê Elçî li ser gora wî ew bibîr anîn. Baroyên herêmê, nûnerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) yên Amed, Dîlok, Îzmîr, Enqerê, parlamenterên HDP’ê Selçûk Mizrakli, Mûsa Farisogûllarî, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî merasîmê bûn. Hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî û gelek parêzer jî beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel axivî û wiha got: “Ne mimkûne ku bêrîkirinên Tahir Elçî di erdingariyekê de hesp bikin. Em îro hatine li vir bi Tahir Elçî re bicivin. Tahir Elçî bi salan ji bo dîtina kujerên faîlên mechûl têkoşiya û niha jî dixwazin cinayeta Tahir Elçî bikin parçeyek yê kuştinên kiryarên wan nediyar. Ev sê sal e di lêpirsinê de delîlek nû nîne û bersûcek tenê jî nehatiye diyar kirin. Bila vêya baş bizanin; em ê dev ji wê xeyalê bernedin û heta dawiyê biparêzin. Em îro li cihê ku li Tahir xistibûn bûn. Li dijî Tahir Elçî deynê me yê têkoşîna demokrastî û têkoşîna mafê mirovan heye. Em ê dosyaya Tahir Elçî û xeyalên Tahir bê xwedî nehêlin.”
Piştî axaftinan kesên beşdarî merasîmê bûn, qurnefîl danin li ser gora Elçî. Li aliyê din ji aliyê Baroya Amedê ve li Mala Baroyê pêşangeha wêneyan hate kirin. Di pêşangehê de wêneyên têkildarî binpêkirinên mafan hatin nîşandan û belgefilma Tahir Elçî ya ji aliyê rojnamegerên dema qetilkirina Elçî li cihê bûyerê hate nîşandan. Di pêşangehê de Serokê Baryoya Amedê Cîhan Aydin axivî û got ew ê destûr nedin ku dosyaya Tahir Elçî weke cînayeta faîlî mechûl were hiştin.