STENBOL – Danişîna doza kuştina Berkîn Elvan hat dîtin. Di danişînê de polîsê şahit, pirsên heyeta dadgehê bersivand û got "Nizanim, nayê bîra min û nas nakim." Li ser van pirsan dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan bertek nîşan da û got “Qatilno êdî bes e! Derewan nekin". Heyetê danişîna dozê taloqî Çileya 2019’an kir.
Berkîn Elvan di buyerên Parka Gezî de li qada Okmeydani ya Stenbolê bi bombeyên gazê yên polîsan hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Berkin Elvan 9’emîn danişîna dozê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Di danişînê de polîsê bersûc ê serbest tê darizandin Fatiih Dalgali bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Dîsa malbata Elvan, parêzerên Elvan û Parlamenterên HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Ahmet Şik, Dilşat Canbaz Kaya û gelek kesên din tev li danişînê bûn. Polîsên şahid jî îfade dan. Ewil endamê Hêzên Polîsên Çevîk Davut Arslan yê wê demê erkdar bû pirs bersivandin. Arslan, di îfadeya xwe de diyar kir ku ew qet neçû aliyê Okmeydani û li aliyê Otela Dîwan a Taksimê û Mecidiyekoyê peywirdar bû. Arslan, anî ziman ku Fatîh Dalgali yê bersûc nas nake.
Parêzeran pirsa “Hûn çeka ZET'ê çawa bikar tînin? Hûn muhîmatan çawa temîn dikin?" pirsîn û Arslan jî got “Em bi 45 dereceyan bilind dikin û gule davêjin. Ji bo çalakvan birîndar nebin bi taybetî em hewl didin gule navêjin erdê. Ez nizanim ev muhîmat ji aliyê kê ve tên temînkirin.
‘ÊDÎ DEREWAN NEKIN'
Polîsê din ê şahidê bûyerê Îsmail Saltuk jî îfade da û diyar kir ku nayê bîra wî ew û polîsên din wê rojê li ku bûn. Saltuk parast ku ew polîsê bersûc nas nake. Li ser vê yekê dayika Elvan Gulsum Elvan bertek nîşanî polîsan da û got “Qatil no bes e êdî. Bes derewan bikin." û salon terk kir.
BAV ELVAN: BI SALAN E EZ BIRÇIYÊ EDALETÊ ME
Piştre bavê Belkîn Elvan Samî Elvan mafê axaftinê girt û wiha got: "Şahit li rûyê me derewan dikin. Ez di sala 1986'an de di fabrîqeya tekstîlê ya 40 kesan de xebitîm. Di ser de sal borîn. Lê niha ez herîkêm ez 10 kesan nas dikim û tên bîra min. Hûn li çavê me dinerin û derewan dikin. Hûn çawa mirovên ku 2 salan bi hevre xebitine nas nakin? Ev danişîna 9'emîn e. Me carek din nexin gorê. Helwesta polîsan bê wate ye. Dilê min diêşe. Kar û erka we parastina edaletê ye. Bi salan e ez birçiyê edaletê me."
Polîsekî din Sertaç Hardal jî diyar kir ku ew bersûc Dalgali tenê bi rû nas dike û wekî din be hevre kar nekirine û wiha got: "Em bi hevre heta herêma Merterê çûn. Ez neçûm aliyê Okmeydani. Nayê bîra min di koma min de kê çeka ZET’ê bikar dianî. Nayê bira min ku ZET bikar anîne ya na."
Polîs li ser pirsa parêzeran a "Tu dikare fîzîka Dalgali tarîf bike?" jî wiha bersivand: “Ez nikarim agahiyên der barê fîzika wî de bidim. Nayê bîra min." Li ser vê yekê Parêzer Can Atalay, got: "Şahidiya derew sûc e. Parêzer wêneyê Hardal nîşanî polîsê şahid da. Lê polîsê şahid dîsa got 'Ez nas nakim'. Li ser vê yekê parêzer Atalay, ji heyeta dadgehê xwest ku li ser îfadeyên derew serlêdana sûc bike.
POLÎSÊ ŞAHID: FATÎH DALGALI ZET BIKAR ANÎ
Polîsekî din ê şahid Taner Girik jî bi riya SEGBÎS'ê îfade da û got: “Em di heman yekîneyê de xebitîn. Ez wî ji wir nas dikim. Di roja bûyerê de ez di bûyerê Gezî de erkdar bûm. Piştî Mecidiyekoyê em derbasî Okmeydani bûn. Yê ZET bikar dianî Fatih abî hebû. Yusuf Uyanik Şefê me bû. Fatih Dalgali li ser pirê Çeka ZET'e bikar anî."
Polîsên din ên şahid Murat Yavuz, Ferdi Baykal, Ali Çiçek û Mehmet Akif Yildiz jî diyar kirin ku polîsê bersûc Dalgali nas nakin û tiştek nayê bîra wan. Şehê Komê Yusuf Uyanik jî di îfadeya xwe de parast ku Dalgali nas nake.
'WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR DIXWAZE DELÎLAN TARÎ BIKE'
Piştî şahid hatin guhdar kirin Parêzer Can Atalay parastin kir û wiha got: “Di vê darizandinê de isûlên bingehin dîsa derketin holê. Bersûcekî bi SEGBÎS'ê tê teşhîskirin heye. Hewl didin ku bersûcekî di odeyek tarî de li ser kamerayan teşhîs bikin. Ev bi xwe nişan dide ku çawa bûyer çawa pêş dikeve. SEGBÎS bûye wekî perçeyek sereke ya darazê. Miduriyeta polîsan bi zanebûn polîsê bersûc tayînî bajarê herî dûr dike. Di di vê dosyayê de dibînin ku îktîdar aliyekî dozê ye. Li şûna Yusuf Uyanik wekî bersûc bê darizandin, niha şahidiyê dike. Em dibînin ku Wezîrê Karên Hundir çawa mudaxîl dibe. Yusuf Uyanik di îfadeya xwe de ji me dixwaze em bawer bikin. Wezareta Karên Hundir bi polîsê yekemîn berpirsiyarê bûyere dîmenê dide temaşekirin. Bi vî rengî delîlan tarî dike. Bi gotina 'nayê bîra min' hewl bûyerê bincil bike. Li vir delil tên reşkirin."
DEWLET QATÎLAN DIPARÊZE
Prz. Çîgdem Akbulut jî parastin kir û got: “Berpirsiyarê cînayet ji hevre dibêjin ‘abî’. Ev jî nîşan dide ku dewlet qatilan diparêze. Ji destpêka danişînê heta niha polîs hev derewîn derdixin. Îfadeyên nakokî didin. Divê ji bo dîmenên bûyerê bê lêkolînkirin dimenan bişînin Buroya Kriminal a Naveweyî.
Piştî parastin û îfadeyan heyeta dadgehê danişîna dozê bi daxwaza rapora Saziya Tipa Edlî û Buroya Krîminalê ya Neteweyî taloqî 23'ê Çiyela 2019’an kir.b
BAV ELWAN: ME CAREK DIN LI DEREWAN GUHDAR KIR
Piştî danişînê bavê Berkil Elvan Sami Elvan, li ber edliyê daxuyanî da û got: "Em varek din bûn şahidê îfadeyên derew. Me carek din li derewê wan guhdar kir. Hevalên hev yên kar hev nas nakin. Ez birçiyê edaletê me. Wekî min bi milyonan mirov birçiyên edaletê ne. Ez têk naçim. Çi ji destê min bê ezê bikim."
Prz. Can Atalay jî anî ziman ku îktîdara siyasî bi destê Wezareta KArên Hundir delîlan reş dike.