MELETÎ – Platforma Ked û Demokrasiyê binçavkirina parêzvanê mafê mirovan û siyasetmedaran şermezar kir û xwest binçavkirî bên berdan.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê li ber Lîseya Pîşeyî ya Keçan daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û binçavkirina Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Meletiyê Gonul Ozturkoglu û endamên ÎHD’ê şermezar kir. Pankarta “Binçavkirin, zext û girtin nikarin me bêzar bikin” hildan. Rêveberê ÎHD’ê Mehemt Tuncel daxuyanî da û diyar kir ku binçavkirina seroka şaxa wan û endamên wan êrîşek li dijî mafê mirovan e û tu sûcek seroka wan nîne. Tuncel xwest ên hatine binçavkirin demildest bên berdan.