STENBOL - Cenazeyê jinekê ji deryayê Halicioglu ya Bayogluyê hat derxistin.
Li Halicioglu ya girêdayî Beyoglu ya Stenbolê, cenazeyê jinekê ji deryayê hat derxistin. Welatiyên derdora deryayê yên cenaze dîtin, agahî dan polîsan. Ekîbên Midûriyeta Deryayê yên hatin cihê bûyerê, piştî lêpirsînê cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Hat diyar kirin ku cenaze aîdê jinek ciwan bû û li ser wê kincên spor hebûn.