KOCAELÎ - Pira li ser Rêya Bejayî ya Marmara Bakur a Gebzeya Kocaelî ku hêj înşaeta wê didomiya, hilweşîya. Di bûyerê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Marmara Bakur a Gebzeya Kocaelî pira Rêya Bejayî ku avakirina wê hêj didomiya hilweşiya. Di bûyerê de 3 karkerên Înşaeta Kalin a taşarona Irmak jiyana xwe ji dest dan. Karkerek jî birîndar bûn. Heta niha di projeya ku Şîrketa Cengîz-Irmak-Kolîn de di qezayên kar de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.