ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de ji bo 21 wekîlan 43 fezleke hatin amadekirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de bi boneya destnedayîna wan rabe ji bo 21 wekîlan fezleke hat amadekirin. Ji fezlekeyan 30 heb ji bo 12 wekîlên HDP’ê û 12 heb fezleke jî ji bo wekîlên CHP’ê hat amadekirin.
Der barê parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca 8, der barê Ayşe Acar Başaran 3, derbarê Dîlan Dîrayet Taşdemîr 2, der barê Fîlîz Kerestecîoglu 2, der barê Nîmetullah Erdogmuş 2, der barê Bedîa Ozgokçe 1, der barê Berdan Ozturk 4, der barê Ayhan Bîlgen 1, der barê Îmam Taşçier 4, der barê Garo Paylan 1, der barê Mahmut Togrul 1 fezleke hatin amadekirin.
Der barê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu de 2 fezleke û der barê wekîlên CHP’ê de Ozgur Ozel 1, der barê Sezgîn Tanrikulu 1, der barê Mahmut Tanal 1, der barê wekîlên berê yê CHP’ê Mehmet Goker 1, Okan Gaytanci 1, Kadîm Durmaz 1, Aykut Erdogdu 2, Çetîn Osman 1 fezleke hatin amadekirin.