Di sala sêyemîn de daxwaz yek in: Cînayeta Elçî ronî bikin!

  • rojane
  • 14:04 28 Mijdar 2018
  • |
img

AMED – Baroya Amedê, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê 3 sal berê hat kuştin, li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê ku lê hat kuştin bi bîr anî. Di meşa ji Edliyeya Amedê heta Sûrê de pankartên “Cînayetên ku dewlet nikare ronî bike tune ye. Cînayetên ku dewletê ronî nekirine hene." vekirin û xwest kujer bên dîtin û darizandin. 

Baroya Amedê, ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku 3 sal berê hat kuştin bi bîr bînin, ji Edliyeya Amedê heta Minareya Çarling a Sûrê ku Tahîr Elçî lê hat kuştin meşek girseyî pêk anîn. Parêzerên Baroya Amedê piştî meşê li ber Mînareya Çarling kom bûn û daxuyanî dan çapemeniye. Di bernameya bîranînê de Hevjîna Tarîh Elçî Turkan Elçî, nûnerên Baroyên Herêmê, Nûnerên Baroyên Dîlok, Îzmir, Enqere û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB), Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Selçuk Mizrakli, Musa Farisogullari û gelek kesên din amade bûn. Bernameya bîranînê ji ber avahiya Edliyeya Amedê dest pê kir û heta Mînareya Çar Ling berdewam kir. Parêzeran di meşê  de pankarta “Cînayetên ku dewlet nikare ronî bike tune ye. Cînayetên ku dewletê ronî nekirine hene." vekirin û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Di meşê de polîsan girse dorpêç kir. Girseya parêzeran di bin dorpêça polîsan de heta Mînareyê meşiyan. Dema gihiştin ber mînareyê qeyda daxuyaniya dengê Tahir Elçî ya beriya bê kuştin dan guhdarkirin. 
 
'ELÇÎ YEK GAV JÎ PAŞVE NEAVÊT'
 
Piştî qeyda deng Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axavî û wiha got: “Ger ku li qadekê bêhna mirinê belav bûbe, bi qasî li hevhatina bi wê qadê re zor e, mirov pişta xwe bide wê qadê jî ew qas zor e." Aydin Mînareya Çarling nîşan da û wiha berdewam kir: "Em jî û dostên Tahîr Elçî jî bi qasî bi vê mînareyê re li hev bên, ew qas pişta xwe bidin vê mînareyê jî zor e. Piştî Elçî di qanalek televîzyonê de axivi bi lez li pişt wî manşet avêtin hemû stûnên rojnameyan. Yên bi lîncê xwe xwedî dikin ketin pêşbirgê. Lê dîsa Elçî yek gav jî paşve navêt." 
 
‘KUJER HÊJ DI NAVA ME DE NE'
 
Serokê Baroyê Aydin, destnîşan kir ku piştî Elçî hat kuştin îktîdarê soz da wan ku kujer ronî bikin û wiha berdewam kir: "Gotin em dê vê vînayetê ronî bikin. Lê piştî vê gotinê 3 sal derbas bûn. Hêj heta niha gavek jî nehatiye avêtin. Hêj 3-5 boçikên guleyan jî kom nekirine. Hin dîmenên kamerayan ji holê winda bûn. Hin kamera xera bûn. Çima ev dîmen winda bûn û ji holê rabûn. Hêj kujer di nava me de digerin. Dixwazin dosya Tahir Elçî jî wekî hezaran dosyayên kujer nediyar di nava dosyayên din de winda bikin. Ji înadê re em dê doza Elçî bişopînînin. 
 
‘TAHÎR JÎ Û HRANT JÎ BI DEVERÛ LI SER VÊ AXÊ DIRÊJ BÛN'
 
Aydin, da zanîn ku Rojnameger Hrand Dînk û Tahîr Elçi bi heman rêbazê hatin kuştin û  hem Tahîr û hem jî Hrand wekî hev bi deverû li ser vê axê dirêj bûn. Ewil fikrên wan lînç kirin û piştre mahkûm kirin. Piştre kirin manşetên rojnameyan. Her du jî kirin hedef. Hrant, ji axa lê ji dayik bû têr nebûbû. Digot ‘Em Ermenî çavê me li vê axê heye. Ji ber ku koka me li vir e. Lê xema nexwin. Ne ji bo em vê axê bistîn. Ji bo em biçin li bin vê axê razên.' Li dijî vê daxwaza wî bi awayekî keleşî hat kuştin. Hrant û Tahîr weki hev li ser vê axê dirêj bûn. "
 
HEMÛ JIYANA WÎ JI BO AŞTIYÊ BÛ
 
 
Aydin, da zanîn ku Elçî ji bo di vê pêvajoyê de alozî kûrtir nebe tekoşiya û wiha bi dawî kir: "Li gorî rêxistinên mafên mirovan Li Farqîn, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Hezex u sûrê 79 zarok û 71 jin bi gişti herî kêm 321 sivîl hatin kuştin. Di qedexeyan de Milyonek û 600 hezar raste rast ketin bin bandora van qedexeyan. Dema nû qedexe û pevçûnan dest pê kir Birêz Elçî li dijî îhlalên mafên mirovan tekoşiya. Di pêvajoya li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê şer herî zêde dijwar bû, çû lêkolîn kir û xwest hem şer rawestîne û hem jî binpêkirina mafên mirovan bike rapor. Elçî Evîndarê Amedê bû. Li dijî talankirina dîrok û çandê ji bo li dîrok û çandê xwedî derkeve daxuyani da û hat kuştin. Hemû jiyana wî û têkoşîna wî ji bo parastina mafên mirovan û aştiyê bû. Di ser de çend sal derbas bibin jî em dest ji vê dozê bernadin. Heta kujer bên dîtin û darizandin têkoşîna me dê bidome." 
 
Piştî axaftinê qurnefîl danîn cihê Tahîr Lê hat kuştin. Piştî parêzeran qurnefil danîn cîhê Tahîr lê hat kuştin dawî li çalakiyê anîn. 
 
 
 
 

Sernavên din

01/12/2018
09:15 'Li navçeya Çelê hejmara leşker û polîsan ji ya gel zêdetir in'
09:14 DÎSA-DER: Em ê bêrawestan xebatên xwe bidomînin
09:13 Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
30/11/2018
18:35 Endama Dîwanê ya KCD'ê Bîrtane hat girtin
16:10 ‘Tahîr Elçî bi ramanên xwe bêmirin bû’
15:52 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin
15:33 Daxwaza berdana Demîrtaş hat redkirin
15:31 Eren Keskîn: Piştgirî da çalakiya Leyla Guven
14:41 Dadger di doza KCK'ê ya Stenbolê de girtina 9 kesan xwest
14:40 Oluç: Gel dê namzetên me diyar bikin
14:39 HDP’a Îzmîrê: Bila rêveberên me demildest bên berdan
14:16 Seroka Sînn Feîn: Bila Demîrtaş demildest were berdan
14:15 Parêzerên ÇHD'ê bertek nîşanî Baroya Antalya dan
13:56 Ciwanên HDP’yî peyama ‘em ê çonga xwe netewînin’ da
13:45 Ji ber pirsgirêka aborî întîxar kir
13:22 Ji bo Dîlok, Mereş û Kîlîsê hişyariya lehî rabe hat kirin
13:02 Leyla Guven: Ez kesên dilê wan ji bo aştiyê lê dide silav dikim
12:55 Girtiyên sewqî Trabzonê hatin kirin: Rewşa me qet ne baş e
12:49 Du xwişkên rastî tacîza bavê xwe hatin vegotin
12:41 TJA: Li şûna serdegirtinan roj roja yekîtiya kurdan e
12:20 Wergêra biryara DMME ya Demîrtaş gihîşt dadgehê
12:01 Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan
11:39 Siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan derxistin edliyê
11:16 Prz. Erol: Ocalan li dijî pergala Îmraliyê rabû û nehişt wî birêve bibin
10:58 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:24 'Paşeroja Sûrê rûxandin, pêşerojek sexte ava dikin'
10:05 Li stargehê bi cih bû lê tehdît xelas nebû
09:42 Nivîskar Erkaçmaz: Ji bo aştiyê tekane rê diyaloga demokratîk e
09:18 Heta HDP'î neyên tespîtkirin wê komir neyê belavkirin!
09:17 Ji ber şer bereketa erdan kêm bû
09:16 Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê: Hindik maye em top bavêjin
09:16 Du sal berê ji ber heman stranan beraat kir, lê îsal ceza lê hat birîn
09:15 Piştevaniya ji bo çalakiya Guvenê zêde dibe
09:14 Qeyûm ji bo rojekê doza bacê li wan dike
09:13 Hûr û rovî jî biha bûn
09:13 HDP wê sempozyûmekê li dar bixe
09:12 'Tekane îcraata wan, çêkirina girtîgehan e'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2018'AN
06:57 Encamnameya civîna Danûstandinên Sûrî-Sûrî eşkere kirin
29/11/2018
21:09 Guleryuz û Bîlîcî ya HDP'î hatin girtin
17:07 Li Qereyaziyê bi ser malan de girtin
16:40 Beştaş: Çima Demîrtaş hêj nehatiye berdan?
16:31 Nûçegihana ETHA Temel nehat berdan
16:07 Odeya Avahîsazan: Ji bo Sûrê berpirsyariyê hildin ser milên xwe
15:55 'Karkerên înşaetê ne koleyên avakirina pramîtên Fîravûnane’
15:14 Qedexeya li ser sînorê Hatayê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
15:08 7 kes li Bêrecûkê hatin binçavkirin
14:45 6 ciwanên HDP'yî hatin girtin
14:36 Di çalakiya Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
14:29 Varennes: Mafê bi mîlyonan kêmnetew nayê parastin
14:05 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Tişta ku tê darizandin aştî ye
14:05 Ciwan li dijî revandin û sîxurkirinê bi HDP û TÎP'ê re civiyan
13:53 Bi hinceta ‘guvendê gerandinê’ lêpirsîn li 55 girtiyên jin hat vekirin
13:51 Ji bo çalakiya Guven li 6 bajaran dê greva birçîbûnê bê destpêkirin
13:40 Zaroka rastî îstîsmarê hat, parastin
12:34 Zelal Bîlgîn hat berdan
12:31 Karkerên Fabrîkaya Derman a Grîpîn dest bi grevê kirin
12:28 ‘Ne Astana, Eyn Îsa çareseriye’
12:17 HDP: Bila berpirsiyarê cinayeta Vîyadukê îstifa bikin
12:16 Parêzerên Ocalan cara 768’emîn serî li dozgeriyê dan
12:02 Dadgehê 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birî
12:02 Polîsan Hevserokê MED-DER’ê revand û sîxûrî lê ferz kirin
11:26 Danişîna Tugluk û Tuncel hat taloqkirin
11:19 Salîh Muslîm: Em tu car nebûn dijminê gelê Tirkiye
11:11 HDP: Ji bo piştgiriyan pîvanên me diyarin
10:34 Rençberên newala Menderesê hesreta tasek av in
09:52 Baroya Antalya wêneyê Elçî ji panoyê daxist
09:42 YNK'ê Baregehên Tevgera Azadî yên Ranya û Qeladizê jî girt
09:14 Li nav erdên pembo jiyaneke zor û zehmet
09:13 Parêzer Arin: Jinan berxwedaneke nû da destpêkirin
09:13 ‘Jin dê li Sêrtê tabelaya bi sê zimanî dîsa daliqînin'
09:12 'Teqez dê şêniyên Sûrê di doza xwe de bi ser bikevin'
09:11 Doz li pankarta 'Jiyan kurt e, kujer dirêj e, zarok dimirin' hat vekirin
09:10 Girtiyê nexweş 4 sal in li benda îdianameyê ye
09:09 ‘Bi armanca gel mohtacî xwe bikin zozan û mêrgan qedexe dikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2018'AN
28/11/2018
18:47 Hempîşeyên Elçî li ser gora wî ew bibîr anin
16:51 Di cînayeta Berkîn Elvan de polîs ker kor û lal bûn
16:16 Li Dîlokê 8 kes hatin girtin
16:10 Li Meletiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:48 KNK'ê piştgirî da Tevgera Azadî
15:47 Li Geverê 80 xwendekar ji firavînê jehrî bûn
15:34 HDP: Çima kujer nayên aşkerekirin?
14:56 Cenazeyê jinekê ji deryayê hat derxistin
14:44 Egîtim Senê: Divê zanîngeh xizmeta zanistê bikin
14:44 Pir hilweşiya: 3 karker mirin
14:35 Buldan û Kiliçdaroglu jî di nav de ji bo 21 wekîlan fezleke
14:21 Kolektîfa Xwendekaran bertek nîşanî ferzkirina sîxortiyê dan
14:19 Li Çewligê 5 welatî hatin berdan
14:04 Di sala sêyemîn de daxwaz yek in: Cînayeta Elçî ronî bikin!
13:56 Girtiyên TKP/ML piştgirî dan çalakiya Guven
13:56 Bîlgen dê peywîra xwe dewam bike
13:46 Li Enqereyê destûr nedan bîranîna Elçî
13:45 Hevserokatiya MSD’ê: Armanca danûstandinan yekîtiya opozîsyonê ye
11:31 30 karkerên heqê xwe negirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:28 Cerdevanê li ser sindoqê 2 kes kuştin cezayê muebetê xwar
11:14 Danûstandinên Sûrî – Sûrî destpê kir
10:44 NY: Her roj li cîhanê 137 jin tên kuştin
10:41 Daxwaza Sînemager Lîsa Çalan di nava dozgerên 'bêerk" de asê ma