GIRÊ SPÎ - Hevserokatiya MSD'ê di civîna danûstandinên Sûrî-Sûrî de xwest di vê hevdîtinê de bigihîjin encamên erênî ku ji diyalogên niştîmanî yên ji bo tevahiya Sûriyê re bibin bingeh.
Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di danûstandinên Sûrî- Sûrî de ku bi dirûşmeya "Danûstandinên Avakar û Pêşketin" li bajarokê Eyn Îsayê tên lidarxistin, axivîn. Civîna ku 2 rojan berdewam bike bi 90 delegeyan dest pê kir. Lê ji ber serlêdana zêde hêjmara delegeyan derxistin 100 kesan. Di civînê de "rewşa mirovên Sûriyeyî" hat niqaşkirin û der barê bandora şer a li ser mirovan axaftin hatin kirin. Dîsa îstatîstîkên talankirin û wêrankirina şer hat parvekirin. Berpirsiyarê Buroya Mafên Mirovan a MSD'ê Ebdulkadir Vahed, ev agahî dan: "Niha pêdivîya 18 milyon wehatiyên Sûriye ji alîkariyê heye. 13 milyon welatiyên me koçber bûne. Hemû dibistanên me xera bûne. Hemû jiyana civakî û aborî ser û bin bûye. Em qala Sûriyek ku milê aborî têk çûye dikin. Ev daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Divê her kes li ser vê yekê baldar in."
Siyasedmedar Şiraz Hemo ku tev li civînê bû jî wiha got: "Birînên Efrînê birînen Idlib, Hamma û Hûmûsê ye. Ez jinek ji Efrînê me. Efrîn Sûriye ye. Îro gelê Efrînê di komkujiyê re derbas dibe. Niha demografiya bajar tê guhertin. Her derê talan û wêran dike. Çi nirxên bajar ên çandî, dîrokî û aborî hebin wêran dikin u tahan dikin. Ger ku em li çareseriyê bigerin divê berî her tiştî em van yekan rast bikin. Ji ber su îro Efrîn Sûriye ye.
Delege Însaf Siletin jî der barê rewşa mirovan de wiha got: "Hin sazî u dezgehên ku li ser navê mirovan kar dikin, wekî eniya komên selefiyan tên xuyakirin û kar dikin. Bi vî rengi pereyan ji mirovan distînin. Hin kes li ser vi şerî dewlenend bûn. Ger ku çareseriya Sûriye bê axaftin divê rewşa van çeteyan bê nirxandin.
Welatiyê Sûriyeyî Sinherib Bersûm jî anî ziman ku piştî vî şerî bi milyonan mirov koç kirin. Divê avakirina bajar û gundan ji nûve bê kirin."
Hevserokên MSD'ê Emîna Umer û Riyad Derar, bal kişandin ser girîngiya civînê. Axaftina hevserokan wiha ye: "Hevdîtina yekemîn a Sûrî-Sûrî armanca xwe ew bû ku bigihîjin projeyeke niştîmanî ber bi çareseriya aştiyane ve bi rêya lihevkirinên siyasî ku herêmê bigihîne çareseriyeke ji bo avakirina dewleke nû. Gelê Sûriyê bi pirrengiya çandî sînyalekê dide ku da bibe çavkaniyek ji hemû desthilatdaran, bi sîstema nû hemû krîzên li ser xaka Sûriyê hatine ferzkirin, çareser dibin.
Di encama hevdîtinên yekemîn de banga yekitiya gelan û qewitandina dagirkeran, paşê çareseriya siyasî ku wek çareseriya herî guncaw ji pirsgira Sûriyeyê re tê dîtin, her wiha banga rêgirtina li ber rijandina xwînê dike. Nîqaşên rûniştina yekemîn a bi navnîşana hevdîtin û avakar di nava atmosfereke demokratîk de, astmosfera rizgarkirina ji DAIŞ'ê û azadiyê û rexne û pêşniyaran bi rê ve çû.
Îro jî em li hev kom bûne ta ku bigihîjin yek dengê ji bo opozîsyonê û xebatê parve bikin da ku bigihîjin armaca giştî ya kongreya neteweyî ya giştî ku banga xilaskirina welat ji krîzê û avakirina Sûriyeke demokratîk dike. Li ser vê yekê vexwendin ji hemû aliyên siyasî, opozîsyon û komên siyasî yên li tevahî Sûriyê re hatin şandin.
Em bi hêvî ne ku ev hevdîtin bigihîjin encamên erênî da ku hevdîtinên pêş yekitiya xaka Sûriyê û qewitandina hemû hêzên dagirker, bi taybet dagirkeriya Tirkiyê."
Danûstandin bi nîqaşên li ser xala yekemîn a bi navê "Di aloziya Sûriyê de mijara mirovî" didome.