ŞIRNEX - Li Bêşebabê her diçe tevdîrên di bin navê "ewlehiyê" de zêde dibin, êdî şêniyên bajêr nikarin xweşikî tev bigerin. Hema bêje li serê her girî qereqol hatine çêkirin û li her kuçe û kolanê MOBESE hatine bichkirin û têketin û derketinên navçeyê jî bi bariyerên betonî hatine girtin. Her wiha li hin noqteyên kontrolkirinê jî heta ajovanên wesayîtan li 155'ê negerin nikarin têkevin bajêr.
Li navçeya Bêşebab a Şirnexê, piştî dawî li "pêvajoya çareseriya demokratîk" hat pêvajoya pevçûnê dest pê kir û bi vê pêvajyê re hema bêje navçe veguherî girtîgeheke vekirî. Konsepta ewlehiyê ya di dema qeymeqamê berê Kadîr Guntepe ku li ser medyaya civakî bi hesabên sixte heqaret li parlementerên HDP'ê dikir û paşê ji ber Cemaeta Gulen hat girtin, ket dewrê her diçe dijwartir dibe.
JI BER TEVDÎRÊN 'EWLEHIYÊ' KOÇBERÎ ÇÊDIBE
Li navçeya ku nêzî 6 hezar kes dijîn, ji ber tevdîrên awarte û ewlehiyê hema bêje serê ferdekî polîs û leşkerek dikeve. Li navçeya hema bêje hemû xercane ji bo ewlehiyê tên kirin û ji ber vê êdî şêniyên navçeyê nikarin xweşikî tev bigerin. Her wiha hema bêje li serê her girekî binkeyên leşkerî û qaleqol hene û ji ber vê şêniyên navçeyê xweşikî nikarin tev bigerin.
HEMÛ TÊKETIN Û DERKETIN BI BARIYERÊN BETONÎ HATINE GIRTIN
Her wiha li her çar têketin û derketinên navçeyê jî noqteyên kontrolkirinê yên polîs û leşkeran hene. Li her noqteyê jî bi giştî 27 bariyerên bi awayekî elektronîk vedibin û tên girtin hene. Tevî evan bariyeran jî kamera li gelek cihan hatine bicihkirin.
Polîs û leşker bi evan kamerayan jî qadê dişopînin û wesayîtên nêzî bariyeran dibin hişyar dikin. Piştî bariyer vedibin ajokar qederekê diçin û paşê leşker û polîsa li ser wan digerin û navnameyênw an li GBT'ê dixin. Ger tu prisgirêk tune be ajokar û kesên di wesayîtan de rêya xwe didomînin.
JI BO TÊKETINA BAJÊR DIVÊ LI 155'Ê BIGERIN
Li noqteyeke kontrolê jî, ji bo bariyer bên vekirin ji mecbûrî li 155'ê digerin. Ajovan di telefonê de agahiyên nasnameyên xwe û wesayîtên xwe ji polîs û leşkeran re dibêjin û li cihekî nêzî kamerayê baxajên xwe vedikin û tiştên di baxajê de nîşan didin. Eger tiştek tune be destûra ajovanan tê dayîn.
Tevî evan pêkanînan hemûyan, li navenda bajêr û derdora wê zêdetirî 10 qûleyên ewlehiyê hene. Li van qûleyan kamera hatine bicihkirin û her çar aliyê navçeyê tê temaşekirin. Ji xeynî vê hema bêje li hemû kuçe û kolanên navçeyê kamerayên MOBESE hatine bicihkirin û navçey bi tevahî tê şopandin.