AMED - Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek destnîşan kir ku divê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê li girtîgehê da destpêkirin berfirehtir bibe û li tevahiya civakê belav bibe.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê di roja 21'an de ye. Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek, diyar kir ku divê ev çalakî berfirehtir bibe û li tevahiya civakê belav bibe.
‘EM Ê ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN'
Çîçek anî ziman ku ew destekê didin çalakiya Leyla Guvenê û daxwazên wê daxwazên mafdar in. Çîçek, bilêv kir ku divê çalakiya Guvenê berfirehtir bibe û ew ê çend roj şûnde çalakiyên cuda li dar bixin. Çîçek diyar kir ku bi tecrîdkirina Ocalan hemû civak tê tecrîdkirin û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan. Çîçek got: "Wexta zext û zorî li ser civakê çêdbin girtiyên siyasî jî bi înîsyatîfa xwe çalakiyên bi vî rengî li dar dixin."
'JI BO LI CIVAKÊ BELAV BIBE EM TEV DIGERIN'
Çîçek, destnîşan kir ku divê ev çalakî li nav civakê berbelav bibin û got: "Wexta em ên li derve vê yekê nekin, hevalên girtî vê çalakiyê dikin. Di vê pêvajoyê de li derve ji bo du rojan çalakiya birçîbûnê hat lidarxistin. Lê divê ev bê berfirehkirin. Divê tenê ev yek ne li ser pişta hevalên me yên girtî be." Çîçek, destnîşan kir ku 3 sal in dewlet bi awayekî dijwar bi ser civakê de die û got: "Ev zext û zorî zêde dibin. Hevalên me tên girtin, tên revandin û tên cezakirin. Ji ber em rêxistinbûyînê pêk nayînin çalakiyên me venaguherin formeke civakiyî. Lê em ê hewl bidin ku çalakî li civakê belav bibin."
Çîçek, destnîşan kir ku polîtîkayên dewletê hemû derûnî ne û got: "Dibe gelê me hatibe tirsandin û qada siyasî hatibe tengkirin, lê em li vir in. Em têdikoşin. Eger em bi hev re tev bigerin, em ê karibin vî şerê derûnî serobino bikin." Çîçek, anî ziman ew ê derî bi derî, mal bi mal, kuçe bi kuçe û tax bi tax bigerin çalakiya Guvenê daye destpêkirin vebêjin û got: "Civak zêde hêrs bûye. A dikeve ser milê me ev e, em vê hêrsê ber bi hêla rast ve hêl bikin. Ji bo ev potansiyel tev bigere em ketina nav liv û tevgeran."