NAVENDA NÛÇEYAN – Di teqîna kana komirê ya li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê 3 karker ên jiyana xwe ji dest dabûn asê mabûn cenazeyê wan hat derxistin.
Berdestî serê sibê li şîrketek taybet a kana komirê ya li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê teqîn pêk hatibû. Hin karker ji teqînê xwe rizgar kirin derketin derve û 5 karker jî di hundir de asê man. Ji 5 karkeran Evren Cînemre û Adem Alîbaş ji aliyê hevalên xwe karker ve hatin xelaskirin û wan rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku talûkeya wan jiyanî heye.
CENAZEYÊ KARKERAN HAT DERXISTIN
Karkerên bi navê Kenan Çavuş, Hasan Gençturk û Ugur Goktaş di kana komirê de asê man. Piştî lêgerînê ekîbên tenduristiyê û AFAD’ê xwe gihandin karkeran û cenazeyên wan derxistin.
KANA KOMIRÊ BÊ RÛHSAT E
Li aliyê din hat zanîn ku rûhsatnameya kana komirê nîne û bi awayek korsan ji kanê komirê didan derxistin.