Cenazeyê 3 karkerên madenê hat derxistin 2018-11-21 15:01:29 NAVENDA NÛÇEYAN – Di teqîna kana komirê ya li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê 3 karker ên jiyana xwe ji dest dabûn asê mabûn cenazeyê wan hat derxistin.  Berdestî serê sibê li şîrketek taybet a kana komirê ya li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê teqîn pêk hatibû. Hin karker ji teqînê xwe rizgar kirin derketin derve û 5 karker jî di hundir de asê man. Ji 5 karkeran Evren Cînemre û Adem Alîbaş ji aliyê hevalên xwe karker ve hatin xelaskirin û wan rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku talûkeya wan jiyanî heye.    CENAZEYÊ KARKERAN HAT DERXISTIN    Karkerên bi navê Kenan Çavuş, Hasan Gençturk û Ugur Goktaş di kana komirê de asê man. Piştî lêgerînê ekîbên tenduristiyê û AFAD’ê xwe gihandin karkeran û cenazeyên wan derxistin.    KANA KOMIRÊ BÊ RÛHSAT E    Li aliyê din hat zanîn ku rûhsatnameya kana komirê nîne û bi awayek korsan ji kanê komirê didan derxistin.